Piştgiriya ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê roj bi roj zêde dibe. Komek ji sendîkavanên li sirgûnê serdana çalakgeran kirin û ji gelên Tirkiyeyê xwest, ku ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyên xwe zêde bikin.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 17’ê Kanûnê ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê pêk tê. Doh jî nûnerên gelek saziyan û gelek welatparêzên Kurd serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.
SENDÎKAVANÊN LI SIRGÛNÊ PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDÊRAN
Sendîkavanên li sirgûnê yên ji Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) doh serdana çalakgeran kirin. Di nava kesên hatin serdanê de Sekretera berê ya Egîtîm-Senê Sakîne Esenyilmaz, endamên Egîtîm-Senê Niyazî Yilmaz, Leyla Çolak û Meryem Çal jî hebûn.
Mêvan ji aliyê Yuksel Koç ve hate pêşwazîkirin ku tevî rewşa nebaş a tenduristiya xwe jî ew pêşwazî kir û pê re sohbet kir.
‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN BI MILYONAN MIROVÎ YE’
Sekretera berê ya Egîtîm-Senê Sakîne Esenyilmaz di dema serdanê de axivî û anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîda li dijî gelan û aştiyê ye. Esenyilmaz diyar kir, greva birçîbûnê watedar û girîng e û got, ji bo bidawîbûna tecrîdê divê xwedî li vê berxwedanê bê derketin û mezinkirin. Esenyilmaz got, ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re careke din diyalog bê danîn.
Endamê Egîtîm-Senê Niyazî Yilmaz jî bal kişand ser moral, bawerî û biryardariya çalakgerên greva birçîbûnê û got, “Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran her nebaş dibe. Hêz û kesên berpirsyar ên li Tirkiye û Ewropayê divê tavilê çalakiyên xwe zêde bikin û zextê li CPT bikin.”
‘BIBIN DENGÊ VÊ QÎRÎNÊ’
Meryem Çal jî diyar kir ku divê piştgiriya ji bo berxwedanê zêde bibe û got, “Ev yek qîrîna li dijî tecrîdkirina her kesî ye. Berxwedan ji bo jiholêrakirina vê rewşa xitimî ye. Her kesên li Tirkiyeyê yên ku neçareserî bandorê li wan dike, divê bibin dengê vê qîrînê.”
Meryem Çal bang kir ku çalakî zêde bibin, ji bo tecrîd rabe û tiştek bi kesî neyê.
Dîlek Çolak jî diyar kir, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên bi milyonan mirovî ye û got, bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ji bo aştiyê girîng e. Çolak got, ji bo şehadet çênebe divê daxwazên demokratîk bi cih werin anîn.






