Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku şervanên QSD’ê li bejahiya Dêra Zor û gundewarên wê dayî destpêkirin didome. Bi dehan çeteyên DAIŞ ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi operasyonên taybet hatin girtin û ew qas jî xwe radestî şervanan kirin.



Di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, her ku diçe dor li çeteyan tê girtin. Şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bi dehan çeteyên DAIŞ girtin û ew qas jî xwe radestî şervanan kirin.
Şervanên QSD’ê ji ber ku çeteyên DAIŞ sivîlan weke mertal bikartînin, bi baldarî pêşde diçin. Dor li çeteyan teng bûye û çete xwe radestî şervanên QSD’ê dikin. Di nava çeteyan de gelek çeteyên welatên biyanî jî hene.