Welatiyê Kurd ê ji Xorasanê tevlî gireva birçîbûnê ya Silêmaniyê ku ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûye. Welatiyê bi navê Hesen Devamî destnîşan kir ku Ocalan rê vekiriye ku ew ji nûve şiyar bibin û xwe nas bikin, lewre em jî niha ji bo azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê ku ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotyayê ve hatiye hatiye destpêkirin, ket roja 74’an. Çalakgerên koma 37’an ji Kobanê, Amed û Xorasanê ne. Yek ji çalakgeran ê bi navê Hesen Devamî yê ji Xorasanê, sedema tevlîbûna çalakiyê ji Rojnews re vegot.
Hesen Devamî yê ji navçeya Qoçan a Xorasanê, 10 sale li gel malbata xwe li bajaroka Sengeser a girêdayî Herêma Raperîn a Silêmaniyê dijî. Devamî hîn li Xorasanê fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kirine û niha jî li dijî tecrîda ser Ocalan di koma 37’an a greva birçîbûnê de ye.
‘Rêber Apo rê vekir ku em şiyar bibin’
Devamî destnîşan kir ku wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya were girtin nas kiriye, lê tenê navê wî bihîstibû û wih dom kir: “Min temîra seyareyan dikir. Wê demê polîsekî Îranê yê bi eslê xwe Azerî hat temîrxaneya me û dît ku yên li wir tev Kurdin. Bi hêrs li me nêrî û got, we dît me serokê we girt? Min jî pirsî ‘serokê me kî ye?’. Wî got ‘Abdullah Ocalan’ e. Paşê me nerazîbûn nîşanî wî polîsî da. Vê axaftinê rê vekir ku em hewl bidin Rêber Apo nas bikin û bizanin ka wî polîsî çima ji me Kurdan re gotinek wisa got. Piştî ku hinek naskirina min çêbû ez tevlî xebatan bûm.”
‘Ez ji bo azadiya Rêber Apo tevlî çalakiyê bûm’
Devamî da zanîn ku ew ji bo piştgiriyê bide çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Gûven û Nasir Yagiz, her wiha hemû berxwedêran tevlî greva birçîbûnê bûye û axaftina xwe wiha domand, “Armanca tevahî çalakgeran azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo ji bo Kurdên Xorasanê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Dema ez li Xorasanê bûm me hîs dikir ku Kurdên wir dihelin û tune dibin. Em bi mantiqeke kevin difikirîn û me digot, eger dewleteke Kurdî çêbibe, wê Kurdên Xorasanê çi bikin û çawa bigihijin mafên xwe. Me nedizanî Kurdên Xorasanê jî dikarin li cihê ku lê dijîn bigihîjin mafên xwe û xwedî statûyek bin. Lê piştî ku min fikrên Rêber Apo nas kirin û naskirina min ji netewa demokratîk re çêbû, min dît ku fikrên Rêber Apo dikarin bibin derman ji hemû gelên li Îranê dijîn re. Ji bo netewên li Rojhilata Navîn jî dermane. Fikrên Rêber Apo hişt ku em weke Kurdên Xorasanê jî dûbare zindî bibin û rih bigirin. Her wiha em ji Rêber Apo fêrbûn ku daxwaza mafê xwe bikin û xwe biparêzin.”
Hesen Devamî ji Kurdên Xorasanê jî xwest ku li dora Rêbertiya xwe bicivin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Gelê Xorasanê êdî hişyar bûye û hezkirineke xwe ya mezin ji bo Rêber Apo heye. Ji bo vê dibêjim divê em weke Kurdên Xorasanê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Xwedî derketin li Rêber Apo xwedî derketin li azadiya xwe bixweye. Xwedî derketina li Rêber Apo xwedî derketina bihevre jiyankirina gelan, demokrasî û sosyalîzmê ye. Divê hezkirina me tenê di mejî û dil de nebe, bi pratîkî jî pêk were û xwe bide nîşan. Ji destê kî/kê çi tê divê bikin. Divê em wisa bikin ku li beramber dîroka xwe şermende (rûreş) nebin.”