Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen: 31’ê Adarê wê rûpelekî nû vebe û ji bo çanda jiyana bi hev re veguhere rêveberiyeke pirreng û eşkere, wê bibe rojeke diyarker.
Qers li nava çiyayên Herêma Serhedê yek ji bajarên herî bedew e. Li vî bajarî Kurd, Tirk, Azerî, Terekeme, Ermenî bi hev re dijîn û xwedî dîrokeke kevnar e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi biryar e ku şaredariyên xwe yên bi qeyûman hatine desteserkirin ji nû ve bi dest bixe û bajar û navçeyên nû jî li yên heyî zêde bike. Namzetê xurt ê Qersê jî Ayhan Bîlgen e.
Namzetê HDP’ê yê ji bo Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen li ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji me re axivî.
Bîlgen bi bîr xist, hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê di nava atmosfereke krîza civakî û aborî de pêk tê û got, “Jinûve dîzaynbûna siyasetê, bi destwerdana civakê ya li paşeroja xwe dibe. Mifteya çareseriyê ya derketina ji rewşa heyî, gel e. Eger hilbijêr di dema dengdanê de îradeya destpêkeke nû û guhertinê nîşan bide, partiyên siyasî di nava kîjan tifaq û têkiliyên qirêj de bin jî wê gotina dawî ya gel be. Gel wê di dema dengdanê de hem tercîha xwe bike, hem jî tifaqa xwe ya rasteqîn di dengdanê de pêk bîne. Ev yek wê bibe sedem ku li Tirkiyeyê desthilatdarî û mûxalefetê ji nû ve dîzayn bike. 31’ê Adarê wê li dijî rejîma şexsekî, li dijî feraseta dewleta ji yek partiyê, wê rûpelekî nû yê jiyana bi hev re, azadî, wekhevî, mafên mirovan û demokratîk vebe.”
GEL WÊ XWEDÎ LI HDP’Ê DERKEVE
Bîlgen bal kişand ser zêdebûna pêla destgîrkirin û girtina endam û rêveberên HDP’ê û got, “Em di wê baweriyê de ne, her ku zextên desthilatdariyê zêde bûn, gel wê xwedî li HDP’ê derkeve. Cihêkarî û cotstandartiya li HDP’ê tê kirin, wê bibe sedem ku bala gel hîn bêhtir biçe ser HDP’ê û hîn zêde xwedî lê derkeve.”
Bîlgen li ser helwesta şêniyên Qersê jî got, “Gelê Qersê êdî îradeya xwe ya guhertinê gelekî bi xurtî nîşan dide. Xelkê Qersê bi Kurd, Tirk, Terekeme, Azerî, Tirkmenî, Caferî, Elewî bi hemû pêkhateyên xwe, îradeyeke xurt a guhertinê dixwazin.”
HAYA ŞÊNIYÊN QERSÊ JI HER TIŞTÎ HEYE
Ayhan Bîlgen bal kişand ser tifaq û hesabên AKP-MHP’ê yên li ser Qersê û diyar kir, ew tifaq wê têk biçe û her kes wê vê yekê 31’ê Adarê bibîne.
Bîlgen got, “Haya şêniyên Qersê ji her tiştî heye” û wiha dewam kir: “Hêrs û daxwaza pêşkêşkirina vê mîrateya dîrokî û bedew, vê cografyaya bedew ji bo xatirê rantê, wê di dengdanê de dawî lê bê. 31’ê Adarê wê rûpelekî nû vebe û ji bo çanda jiyana bi hev re veguhere rêveberiyeke pirreng û eşkere, wê bibe rojeke diyarker.”