Endamê Buroya Têkîliyên Giştî ya Kantona Efrînê Cemal Kurd got, hemû hewldanên Tirkiyê ji bo parçekirina xaka Sûriyê û bicihkirina Cebhet El-Nusra li ser masayea siyasî têk çûne. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê di derbaskirina ajandeyên xwe de bi rêya Soçiyê jî binket.
NAVENDA NÛÇEYAN
Di hevpeyînekê de li gel ajansa m,e endamê Buroya Têkîliyên Giştî ya Kantona Efrînê Cemal Kurd girêdayî rewşa Idlibê axivî û destnîşan kir ku tê payîn di van rojên pêşiya me de rêjîma Sûriyê li dijî herêmên Idlibê pêngavek mezin bide destpêkirin. Her wiha teqezî li ser pêwîstiya derketina şêniyên Idlibê li dijî komên terorê û dewleta Tirk kir.
*Piştî civîna Soçiyê asta şer di navbera rêjîmê û komên girêdayî dewleta Tirk de li herêmên bêçek bilind bû. Bi nêrîna we ev şer çi nîşan dide û herêmê dê heya kijanê qonaxê bibe?
Lidarxistina Soşiyê di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ji destpêkê ve şaştiyek mezin bû. Ji ber ku nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê tê de nehatin beşdarkirin, têk çû û heya niha têk diçe. Aliyên ku tev li Soçiyî dibin tenê ji bo berjewendiya xwe ne ku ji bo berjewendiya gelê Kurd dixebitin, lew re ti biryarên cidî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji civînê derneketin.
Erdogan texmîn nedikir ku encamên Soçiyê wisa bin. Daxuyaniyên Rûhanî û Putîn pêwîstiya parastina Kurdan bêyî ku behsa mijara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, derbeyek mezin ji xewnên Erdogan bûn di derbasbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û têkbirina projeya herêmê ya ku bûye mîna kabûsê ji Erdogan re. Erdogan dijminê gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd e. Lew rehewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigire. Sedema din jî ya zêdegaviyên Erdogan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re neqbûlkirina projeya herêmê û têkbirina ewlehiyê wê ye.
*Bajarê Idlibê di nav aloziyek mezin de ye, ji aliyekî din ve şer li herêmê di navbera aliyên ku li bajêr de rû dide. Di nêrîna we de sedema şer çi ye û dikeve xizmeta kê?
Şer û nakokiyên ku li bajarê Idlibê rû didin ne ji berjewendiya gelê Sûriyê ye, lê berovajî wê hindek aliyên navdewletî bi taybet Rûsya dixwazin şer di navbera komên çekdar ên li Idlibê de derkeve. Şer di navbera Cehet El-Nusra û koma Nûredîn El-Zenkî de derket, da ku Rûsya ji raya giştî re isbat bike ku Cebhet El-Nusra serweriya Idlibê dike.
Ji aliyekî din ve sedema şerên ku rû didn, ew e ku Erdogan di hewldana xwe de di xistine Cebhet El-Nusra û komên din ên tundraw de li ser masaya siyasî têk çûye. Erdogan bi vê hewldanê dixwaze di pêşeroja çareseriya aloziya Sûriyê de cih bigire, lê Erdogan têk çû. Ev jî tê wateya ku tê payîn li herêmên sînorên Hema û Lazîqiye pêngavek mezin ji hêla rêjîma Sûriyê ve destpê bike. Rêjîma Sûriyê bi vê yekê bi temamî Idlibê dorpêç dike da ku pêngavek din li wan herêman destpê bike.
*Dewleta Tirk li Idlibê dixwaze bigihêje ku derê?
Mirov dikare bêje ku Tirkiyê pê hesî ku ew têk çûye bi taybet piştî ku hewldanên wê ji bo parçekirina xaka Sûriyê û tevlikirina hinek herêman ji Tirkiyê re mîna ku li Lîwa Skenderon kiriye têk çûne. Eşkerebûna planên Tirkiyê, helwesta Tirkiyê zaîf kir. Tirkiyê niha li rêbazekî nû digere da ku van koman bifiroşe. Ew kom heya niha neketina ferqa rastiya dewleta Tirk a ku wan wek hincet bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Ji lew re ez texmîn dikim ku Erdogan ji qada Idlibê bi rêbazekî ku ava rûyê xwe biparêze vekişe. Ji ber ku eger Tirkiyê bi awayekî eşkere vekişe dê ew kom li ser Tirkiyê tehdîdek bin. Îro jî li rêbaza ku xwe ji wan koman biparêze digere.
*Bi nêrîna we çaranûsa Idlibê çi ye û peyama we ji şêniyên wê re çi ye?
Em bang li gelê Idlibê dikin ku bilebitin da ku der heqê wan de komkujî pêk neyin mîna ku li herêmên Sûriyê yên din rû dane. Dem hatiye ku gel li dijî wan koman bi taybet li dijî Tirkiyê rabin. Ji ber ku bêyî tevgera gelêrî ew kom ji Idlibê dernakevin û eger ew kom derneketin dê komkujî li ser gelê Idlibê pêk werin. Niha ya girîng ji bo me gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve ye, em naxwazin ku her herêmek ji Sûriyê rastî komkujiyan were û ji bilî dansûtandina Sûrî-Sûrî û tevgera gelêrî li dijî koman tu careserî tune ye.
(şx)
ANHA