Nasir Yagizê ku ev 98 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, rewşa wî giran bû. Yagiz ji beriya demek kurt rakirin nexweşxanê.
Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz ev 98 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Rewşa wî giran bû, Yagiz ji beriya demek kurt rakirin nexweşxaneya Par a li Hewlêrê.
Niha Nasir Yagiz dibin çavdêriya pizîjkan de ye.
Di saetên piştî nîvro de rewşa Yagiz giranbû, têkildarî rewşa wî Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş ji Rojnews’ê re axivî. Guneş diyar kiribû ku îro carek din rewşa tendirûstî ya Yagiz giranbû û jiyana wî niha di xeteriyê de ye. Guneş herwiha bang li hemû hêzên siyasî û gelê Kurd kir ku ji bo Nasir û hevalên mîna wî di grevê de ne, negihin şehadetê divê rabin û helwesta xwe li hemberî tecrîdê nîşanbidin.
Guneş diyar kiribû ku Êdî Nasir nikare birêve biçe û çavên wî zeîf bûne, dilê wî hêdî lêdide. Herwiha diyarjî kir ku êdî nikare av û şerbetê vexwe. Dema divexwe diavêje.
(şk)