Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê “Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê” ava bûn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê civînek hate lidarxistin û ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin û têkoşîn ji bo rakirina tecrîdê bê meşandin, platformeke hevpar li Awûstûryayê ava bû.
Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê pêk hat û AvEG-Kon (Awûstûrya ), ADHD, CÎK, Civaka Azad, Avesta, KOMintern, ATÎK-VTÎD, AKM beşdarî civînê bû. AABF jî bi rengê çavdêr cihê xwe di civînê de girt.
Di civîna damezrandinê ya platformê de ji bo çalakî û xwepêşandanên dema bê li Awûstûryayê werin lidaxistin, plansaziyeke hevpar hate amadekirin.
Li gorî vê yekê, koordînasyona platformê hate diyarkirin, komîteyên çapemenî, têkiliyên derve, hiqûq û tenduristiyê hatin avakirin.
Li gorî vê yekê wê 2, 15, 16 û 17’ê Adarê çalakî bên lidarxistin.
LI HAMBÛRGÊ JÎ ÎNSIYATÎF HATE AVAKIRIN
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî “Însiyatîfa jiyanê ya li dijî tecrîdê” ava bû.
Nûnerên Însiyatîfê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê li hev civiyan û li ser kar û plansaziya çalakiyan axivîn.
Di dawiya civînê de însiyatîfê plana hin rêze çalakiyan amade kir.