Têkoşer Cîhan Şêxmûs `Viyan Soran` bi hevoka `Efrîn ne bi tenê ye` ku xwest di bin wêneya xwe de werin nivisand, soza xwe pêk anî. Jina têkoşer Efrîn berneda û heya dilopa xwîna dawî li ber xwe da. Viyan Soran di 27`ê Sibata 2018`an de tev li kerwana şehîdên Berxwedana Serdemê dibe.

TOLÎN HESEN / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşî Efrînê kirin. Li hemberî êrîşan şênî û şervanên YPG û YPJ`ê 58 rojan li ber xwe dan û bi xwîn û wefedariya xwe tîpên qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê nivîsandin heya gihaştin asta şehadetê.

Şervana YPJ`ê Viyan Soran keça efrînî wesiyet kir ku hevoka `Efrîn ne bi tenê ye` li bin wêneya wê were nivîsandin da ku şopdarên Berxwedana Serdemê bizanbin ku ciwanên Efrînê warên xwe bernadin û di eniyan de li rex şervanan li ber xwe didin.

Di 21`ê Sibata 2018`an de nûçegihana ajansa me karî xwe bighîne eniyên pêş ên gundên Senarê û Anqelê yên herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê û nêrînên şervanêna derbarê berxwedanê de bigire.

Viyan Soran ji nav wan şervanan bû

Şehîd Cîhan Şêxmûs bi nasnav Viyan Soran jî di wê demê de nêrîna xwe bi me re parve kiribû û ev tişt gotin: “Em hêz û moralê xwe ji şêniyan digirin û berxwedana me ya efsanewî ya li hember dagirkeriya Tirk bingeha xwe ji wir digre. Ji ber wê em bi hev re şerê gelê şorşegerî dikin. Şêniyan li ser vê esasê xwe birêxistin kirine. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe biparin.”

Xwediya porê dirêj û nerm û kena geşbinî Viyan Soran keça Efrînê soz da ku ew ê heya dilopa dawî ya xwînê Efrînê biparêze û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî dike: “Efrîn a gelê xwe ye. Ez û hevalên xwe em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe Efrîn biparêzin.” Viyanê beriya ku biaxive bi awayekî kûr difikirî û gotinên xwe dineqand û gotina xwe ya `Berxwedan destan e û divê layîqî wê bin` hertim dûbar kir.

Wesiyet

Piştî bidawîbûna hevpeyvînê Viyan ji nûçegihana me dixwaze ku wêneya wê ya bi bilindikirina tiliyên nîşaneya serkeftinê  bikşîne û ev tişt anîbû ziman: “Di bin wêneya min de binivîsin Efrîn ne bi tenê ye û li ser tevahiya dazgehên çapemeniyê belav bikin da ku her kes bizanibin ku ciwanên Efrînê dest ji wê bernadin.”

Wê demê nûçegihana me ne ket ferqê ku ev wesiyeta şehîd Viyan Soran e. Ji ber ku biryara şehîd Viyan Soran ew bû ku gavekê paşde navêje û heta dawî şer bike. Keça Efrînê wê demê got: “Niha em di pêvajoyek herî dijwar de ne, heya şehadetê ez ê şer bikin.”

Piştî dorpêç û şerê 7 rojan sozên xwe bi cih tîne

Di sibeha 22`yê Sibatê de li eniyên pêşîn ên gundên Senarê û Anqelê, şer di navbera koma şervanên ku şehîd Viyan Soran di nav de bû û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de derdikeve. Dagirkeriyê di bin firîna balafirên keşfê de bi bejahî û hawayê dest bi êrîşê kir, çeteyan bi dizî ji aliyê gundê Hiçikê bakurê her du gundan û ji sînor ve rojavayê her du gundan êrîşî şervanan kirin. Şervanan li hemberî êrîşan berxwedanek mezin nîşan dan. Piştî 7 rojan gund dikeve dorpêça dagirkeran û hejmarek ji şervanan bi giranî birîndar dibin. Şervanên birîndar ji nexweşxaneya Avrînê re têne veguhestin û hevalên din heya ku şehîd bikeve li gund dimînin.

Di 27`ê Sibata 2018`an de Viyan Soran tevî komek ji şervanan piştî şerên dijwar li dijî çeteyan tevlî kerwanê şehîdan dibe.

Ji wê komê tenê 5 şervan dimînin û birîndaran heya êvara 28`ê Sibatê, derdixitin.

Di 3`yê Adarê de Navenda Ragihandina QSD`ê şehadeta têkoşer Cîhan Şêxmûs bi nasnav Viyan Soran û 8 şervanên din ragihand.

Di dawiyê de gotin li hember soza ku şehîd Viyan Soran daye aciz dimînin. Viyanê soza xwe bi gotina Efrîn ne bi tenê ye anî cih û heya dilopa xwîna dawî dest jê berneda.

(şx)

ANHA