Li navçeya Xaneqînê ya Diyele ji ber tirsa çeteyên DAIŞ’ê bi dehan malbatên Kurd gundên xwe bi cih hiştin û berê xwe dane navenda navçeya Xaneqînê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Heta niha 2 gund bi tevahî vala bûne.

Rewşa xirab a ewlehiya navçeya Xaneqînê ya Diyale bandoriyek nerênî li jiyana Kurdên li gundên navçeyê ji dike. Ji ber tirsa çeteyên DAIŞ’ê û nearambûnê hinek gun vala bûne û niştecihên wan berê xwe dane navenda navçeya Xaneqînê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Ji bo ku xwe ji metirsiyan xelas bikin.

Keyayê gundê Azadî Elyaw ku Kurd lê dijîn û ser bi Xaneqînê ye Ehmed Mihemed eşkere kir ku ji ber rewşa ewlehiyê malbatên Kurd ên li gund ji ber metirsiya li ser jiyana wan û DAIŞ’ê ji gund derketine û got; “Ji ber ku metirsiya DAIŞ’ê li ser jiyana wan hebû. Malên Kurdan wêran dikin. Lewma nikarin vegerin li ser gundên xwe. Heta bi roj jî nikarin biçin nava gundên xwe, ji ber ku ji DAIŞ’ê ditirsin.”

‘Armanca wan valakirina gundên Kurdan e’

Welatiyê ji gundê Azadî Elyaw Elî Kake  eşkere kir ku li wê herêmê şevan liv û tevgera DAIŞ’ê heye û kiryarên terorîstî dikin û got; “Li gundên herêma me ji ber kiryarên terorîstî yên DAIŞ’ê birîndar û qurbanî hene. Armanca kiryarên çeteyan ewe ku Kurd gundên xwe vala bikine.”

‘Divê hikûmeta navendî hêzekî zêdetir li herêmê bi cih bike’

Soran Îsmaîl ê ji gundê Elyaw Bacelan ku gundekî din ê Kurd lê dijîne, eşkere kir ku li herêma gundên wan kiryarên terorîstî tên kirin û got; “Divê hikûmeta navendî hêzekî zêdetir li herêmê ji bo parastina welatiyan bi cih bike. Eger nikare xelkê biparêze, dixwazin ku pêşmerge vegerin herêmê biparêzin. Ji ber kiryarên çeteyan, beşek ji malbatên gundan, gundên xwe bi cih hiştine. Mînak gundê Mehmûd Ezîz, Cemîl Beng, Husên Mame vale bûne. Yên mane jî dest avêtine çekê û gundên xwe diparêz in.”

2 gund bi tevahî vala bûne

Heta niha li Xaneqînê 2 gund bi tevahî vale bûne. Herwiha gelek malbatên din jî ji gundên din derketine û li navenda Xeneqînê û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bi cih bûne.

Li Xaneqînê 84 gund hene. Niştecihên 42 gundan Kurd in. Niştecihên 31 gundan jî Ereb in û li 11 gund jî Kurd û Ereb bi hev re dijin.