Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 100 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Başurê Kurdistan a li Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Rewşa tendirûstî  Yagiz pir girane, lê îrade û moralê Nasir Yagiz pir bilind e.


Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz, bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 21’ê Mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistan a li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Nasir di roja 100’an de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne.

Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagız di roja 100’an ya çalakiya greva birçîbûnê de ev peyam da: “Bi dirûşmeya Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê Hilweşîne û Kurdistanê azad bike, em ê Rêber Apo azad bikin. Bijî Serok Apo, Bê serok Jiyan nabe.”

‘Di roja 100’emîn de em xêrhatina biharê dikin’

Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz wiha qala çalakiya xwe ya 100 rojan kir: “Ji roja destpêkê heya roja 100’an bi heman biryardariyê ez çalakiya xwe didim berdewam kirin. Di 100 rojiya çalakiya xwe de em xêrhatina biharê dikin. Bi vebûna gulan emê pêşwaziya azadiyê jî bikîn.

Ev tecrîda li ser Rêber Apo pêwîste em bi hatina biharê re bişkênin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Pêwîste gelê me xwedî li çalakgerên girtigehan derbikevin, ji ber ku derfetên di girtîgehan de pir kême. Rêveberiya girtigehan zilim û zordariyê li girtiyan dikin, beriya ku şahadet çêbe pêwîste gelê me rabe li ser piya. Pêwîste gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin.”

Yek ji wan kesên ku ji roja destpêkê heya niha lı gel Nasir Yagız, Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistan Muzeyen Guneş e.

Muzeyen Guneş, qala biryar dayîna Nasir Yagiz ya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvekir kir û wiha got: “Ji roja despêkê heya niha ku îro çalakiya Nasir di roja 100’an de bi hemû biryardarî û kelecanê berdewam dike. Hercara ku Nasir dihat me jêre digo,t here carekî din ji xwe re baş bihizire, ji ber ku ev cara yekeme tu dikevî çalakiyek wiha de, here mal carek din ji xw ere baş bihizire. Her cara ku me wisan digot, Nasir guh ne dida me û digot ‘pêwîste ez ji dengê xwe bi dengê Leyla Guven re bikim yek û em bi hevre vê tecrîda li ser Rêber Apo bişkênin û bi Rêber Apo re azad bijîn.’ Dema ku me li nûnertiya HDP’ê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin, Nasir ji beşdar bû. Lê di wê demê de Nasir biryara xwe dabû ku beşdarî çalakiya bê dem û bê dorveger bibe.”

 ‘Rewşa tendirustiya Nasir girane, lê îradeya wî pir xurte’

Guneş diyar kir ku tendirustiya Nasir girane, bijîşkan diyar kiriye ku bi Nasir re nexweşiyên weke ser êşî, pirsgirêkên çav, hestî dihele û gelek nexweşiyên din bi Nasir re peyda bûne û wiha domand: “Lê rexmê giranbûna tendirustiya wî jî, Nasir bi morale û mutîveya wî pir bilinde. Heya niha jî Nasir dûdilî jiyan nekirye û bi dilekî germ moral dide hevalan. Herdem dibêje ez pir kêfxweşim ku niha bi rêhevala Leyla re pêşengtıya vê rêyê dikim. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî Rojhilata Navîne. Pêwîste gelê Kurd bi vana çalakiyên me moral bigre û çalakiyan zêdetir bikin. Tendirustiya wî çiqas giran be jî, lê îradeya Nasîr pir xurte.”

‘Em Sala 2019’an bî  berxwedanê tacîdar bikin’

Guneş  di berdewama axaftina xwe de wiha qala îrade û hêviyên Yagiz ji siberojê re kir: “Bi ketina sala nû re moral û motîveya Nasir bilindtir bû. Yagiz her digot ’emê sala 2019’an bikin sala berxwedanê.’ Kesên ji bo piştgiriyê serdana Nûnertiya HDP’ê dikirin jî Nasir ji wan re digot ’em pir kêfxweşin ku bi berxwedanê em ketin sala nû. Pêwîste herkes vê kêfxweşî û berxwedana me bibîne û  emê van çalakiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji bo wê kesên tê vir piştgiriyê didin me pêwîste ne bi dilek şewitî temaşeyî me bikin. Ji ber ku em di oxira vê rêya azadiyê de cane xwe feda dikin. Belkî emê şehîd jî bikevin lê em ticaran ne pişmanin ku me ev rê hilbijartiye. Bi me serbilind bin ji ber ku xeta me hilbijartî, xeta heqîqeta rastiya gelê Kurde. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurde.’ Emê Sala 2019’an bi berxwedanê tacîdar bikin.”

Nasir Yagiz sala 1992’an li bajarê Êlih ê Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Malbata Yagiz, malbatek welatparêze û weke her malbatek ya Kurdistanê para xwe ji zilm û zordariya dewleta dagirker a Tirk dîtiye. Malbata Nasir Yagiz ji ber zilm û zora dewleta dagirker a Tirk neçar dimînin ji gundê xwe koç dikin û derbazî Êlihê dibin.

(şk)