Cotkarên herêmên Bakurê Sûriyê amadekariyên mewsima çandiniya sebzeyan dikin. Tê payîn ku berhemên çandiniyê di meha Nîsanê de derbasî sûkan bibin.
Cotkarên sebzeyan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo di çarçoveya amadekariyên mewsima çandiniyê ya nû de dest bi çandina şitilên sebzeyan kir.
Çandiniya sebzeyan li navçeyê Tirbespiyê wek girîngtirîn jêdera aborî ji tê hesibandin. Di salên dawîn de çandina sebzeyan bi awayekî balkêş bi pêş ketiye. Cotkar destpêkê sebzeyan bi rêbaza tonelan diçînin û di dawiya meha Nîsanê de berhemên xwe dibin sûkan û difiroşin.
Meştelên sebzeyan
Cotkarên navçeya Tirbespiyê tovên sebzeyan di tûrikan de di nav meştelan de diçînin. Piştî ku tov mezin dibin bi rêbaza tonelan li erdê diçînin.
Rêbaza tonel çi ye?
Cotkar xendekan bi firehiya 2 metreyan û dirêjahiya 20 heya 25 metreyan dikolin û sebzeyan tê de diçînin. Piştre bi naylonê li ser digirin û bi şêwaza tenqîtê av didin, derman û semad tev li avê dikin.
Cotkarê bi navê Cegerxwîn Nesir El-Dîn ji şêniyên gundê Til Şiîr ê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye. Nesir El- Dîn diyar kir ku îsal ji ber rewşa hewa di çandina meştelan de hindek dereng mane, lê ew ê sebzeyan di dema wê ya diyar de bigihînin sûkan. Cegerxwîn tekez kir ku gelek sûdên çandina sebzeyan hene.
Di dawiya meha Nîsanê de hilberîn derbasî sûkên Herêma Cizîrê dibe û her wiha rolek di kêmkirina nirxê sebzeyan de dilîze û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan digire.
Sebzeyên ku bi rêbaza tonelan tên çandin xiyar, kusa, bacanên reş û hwd. in.
Minbic
Li Minbicê jî cotkaran dest bi çandina cureyên cuda yên sebzeyên havînê kiriye. Cotkar ji bo pêşwazîkirina mewsima havînê tovan di nav malên plastîk de di tûrikên biçûk de diçînin.
Destpêkê zevî tên amadekirin, tov têne çandin û heya 3 rojan zevî tên avdan. Piştre cihê ku tov lê hatine çandin bi teşeya mala plastîkî tê girtin. Tûrikên ku tov tê de hatine çandin di nav wan malan de ji sermayê têne parastin heya ku mezin bibin. Di destpêka meha Nîsanê de ji tûrikan derdixin û di erdê de diçînin.
Cotkarê bi navê Şihadê Remedan ji gundê El-Yastî yê ku 5 km dikeve rojhilatê bajarê Minbicê ye. Remedan bi endamên malbatê re şitilan di tûrikan de diçîne da ku di meha Nîsanê de di erdê de biçînin. Li gorî malbatê îsal lêçûna her donimekê derdora 200 hezar lîreyên Sûriyê ye.
Tê payîn ku hilberîna sebzeyan di dawiya biharê de derbasî sûkan bibe.
(şx/bm)
ANHA