Dayika ji berxwedêrên Strasboûrgê Ramazan Îmîr Qadriye Îmîr, xemsariya CPT bi tundî rexne kir û bi taybetî bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku xwedî li berxwedanê derkeve.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 74’an de ye. Dayka Qadriye dayika yek ji berxwedêran Ramazan Îmîr e ku dibîne kurê wê roj bi roj dihele. Dayika Qadriye ji bo piştgiriyê bide kurê xwe û 13 çalakgerên pê re hat Strasboûrgê. Bang li dayikên Kurd û gelê Kurd hemû kir ku xwedî li berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Dayika Qadriye çalakgerên ku wê ji 1’ê Adarê û pê ve li girtîgehan hemûyan dest bi greva birçîbûnê bikin silav kir û bal kişand ser hewldanên Kurdan bi taybetî yên jinan ên ji bo aştiyê. Dayika Qadriye got, “Em, dayik bi salan e destê xwe yê aştiyê dirêj dikin; lê belê destên aştiyê zincîr dikin. Em dibêjin ‘aştî’ lê ew me bi erdê re kaş dikin. Dema malbat dixwazin cenazeyên zarokên xwe rakin, radibin cenazeyan dişewitînin, organên wan jê dikin.”

Dayika Qadriye hikumeta Elman jî rexne kir û jê xwest, mohra ‘terorîst’ a ku li Kurdan daye rake.

CPT REXNE KIR: GELÊ ME BI SALANE NOBEDÊ DIGIRE, LÊ WEZÎFEYA XWE NEKIR

Dayika Qadriye diyar kir ku helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê şaş e û bal kişand ser Nobeda Azadiyê ku nêzî 7 sal in ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Dayika Qadriye bêdengiya CPT a li ser bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan rexne kir û got, “Gelê me havînê, zivistanê, biharê, payîzê li wir nobedê digire. Lê belê CPT wezîfeya xwe bi cih neanî. Diviyabû dawî li tecrîdê bianiya.”

PARA WELATÊN EWROPAYÊ JÎ DI TECRÎDÊ DE HEYE

Dayika Qadriye anî ziman, tecrîd ne tenê karê Serokkomarê Tirk Erdogan e û ragihand, di serî de CPT para welat û saziyên Ewropayê hemû di nava tecrîdê de heye. Dayika Qadriye diyar kir, ji ber van polîtîkayan mirovan bedena xwe dane ber mirinê.

‘EV GEL BI RÊBERÊ XWE RE YE; KES NIKARE ÎNKAR BIKE’

Dayika Qadriye destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dilê gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e, ji aliyê gel ve rêber tê dîtin û got, “Ev gel dibêje ‘bi can, bi xwîn em bi te re ne’. Kes nikare vê înkar bike. Ji 7 heta 70 salî hûn nikarin pêşî li kesî bibirin.”

‘EM Ê BI SEBRA WE BI SER BIKEVIN’

Dayika Qadriye diyar kir dayik û gel wê bi sebir têbikoşin û got, “Çawa ku me bi sebra xwe Dehaq têk bir, îro jî em ê bi sebra xwe bi ser bikevin.”

BANGA LI GEL Û SAZIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ

Dayika Qadriye bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û xwest ku destekê bide girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Dayika Qadriye işaret bi sazîbûna berfireh a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got, “Eger heta vê qonaxê bêdeng bin, wê demê eleqeya wan bi Kurdîtiyê nîne. Em ne reklamê, lê em ked û hewldanê qebûl dikin. Em ne yên axaftinê ne, em mirovên fedakar in. Em ji mirovên xwe hêvî dikin ku bêjin, ‘hûn ne bi tenê ne, em bi we re ne, destekê didin we’.”

Daika Qadriye herî dawî ji gel xwest ku ne tenê ji bo hilbijartinê, her wiha ji bo grevên birçîbûnê rabe ser piyan.

BAV ÎMÎR: NE EM MORALÊ DIDIN WAN, EW MORALÊ DIDIN ME

Bavê Ramazan Îmîr Eshed Îmîr jî anî ziman ku di serî de berxwedêrên li girtîgehan, çalakgerên greva birçîbûnê hemû moralê didin wan û got, “Em ji devereke bi 500-600 km dûr hatin. Ji bo moralê bidin wan. Lê em hatin, wan moral dan me.”

‘KÎJAN BERDÊL PÊWÎST BE EM Ê BIDIN’

Bav Îmîr diyar kir ku azadî berdêlan divê û got, “Pêwîstî bi kîjan berdêlê hebe em ê bidin.” Îmîr anî ziman ku Ocalan li Rojhilata Navîn ‘bexçeyê cihêrengiyê’ ava kiriye got, “Ji bo parastina vî bexçeyî canê me jî pêwîst bike em ê bidin. Şer û berdêl pêwîst bike em ê bidin. Aştî pêwîst bike, em ê wê bikin.”