PKAN’ê ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê banga tevlîbûna li meşa roja Şemiyê ya li Kolnê kir.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ji bo meşa 2’ê Adarê roja Şemiyê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemû hatin silavkirin û hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin daxwazên berxwedêran.
Di daxuyaniya PKAN’ê de hate gotin, “Ji bo meşa roja Şemiyê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ku wê saet 11’an pêk were, em bang li her kesî dikin ku tevlî bibin û berxwedanê xurt bikin. Ji bo dereng nebe, di serî de Kurdên Anatoliya Navîn, em bang li gelê xwe, dostan, saziyên civakî yên sivîl û her kesên xwedî wijdan dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê, nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin û bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.”