NAV-DEM, FCDK Kawa û FED-MED’ê ji bo meşa roja Şemiyê ya li Kolnê ku ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de hate destnîşankirin ku li dijî êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê ya qirker faşîst, divê gelê Kurd bi pêngava berxwedanê ya topyekûn bersivê bide.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gorî wezîfeya xwe ya exlaqî, wijdanî û polîtîk, em bang li her kesî dikin ku roja Şemiyê saet 11’an beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin.”
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK Kawa) jî diyar kir ku xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê, bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfeya herî mezin a mirovahiyê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku bi rengekî xurt tevlî mîtînga 2’ê Adarê ya li Kolnê bibin.
Di daxuyaniya FED-MED’ê de jî hate gotin, “Em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dikin bi taybetî li Elmanyayê, her wiha bang li şoreşger, demokrat û her kesên ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ dikin ji bo bibin dengê Leylayan, Nasiran, Yukselan û Umîtan, 2’ê Adarê saet 11’an li Koln Deutzer Werftê amade bin.”