KCDK-E ji bo meş û mîtînga 2’ê Adarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir û got, “Em bi xurtî tevlî meş û mîtînga ‘tecrîdê ji holê rake, faşîzmê hilweşîne’ bibin.”

Di daxuyaniya nivîskî de hate bibîrxisitn ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê dest pê kirin, her belav dibin û hate gotin, “Ji îro û pê ve wê li hemû girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên siyasî bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.”

KCDK-E’yê diyar kir, di serî de Leyla Guven, Nasir  Yagiz û Yuksel Koç rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê êdî li asta krîtîk e û bal kişand ser bêdengiya Konseya Ewropayê, CPT û Parlamenta Ewropayê.

KCDK-E’yê ragihand, bêdengiya CPT û saziyên din ên Ewropayê yên pêwendîdar bêhtir cesaretê dide dîktator Tayyîp Erdogan.

KCDK-E’yê diyar kir ku fikarên wan ên li ser grevên birçîbûnê zêde dibin û xwest, bêyî rewşeke neyînî biqewime tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.

Bi vê armancê bang li Kurdistaniyan, Elewî, Ermenî, Misilman, Êzidî, Asûrî-Suryanî, jin û ciwanan hate kirin ku 2’ê Adarê roja Şemiyê tevlî meş û mîtînga li Kolnê bibin.