Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD’ê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji bo paqijkirina Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê kirin, dewam dike.

Di çarçoveya pêngavê de li gundê Baxozê qonaxa dawî ya bi navê “Bidawîkirina terorê” tê meşandin. Çeteyên ku li gundê Baxoz asê mane, tevî sivîlan xwe teslîm dikin.

Şervanên QSD’ê jî çeteyên DAÎŞ’ê yên teslîm bûne dibin nuqteyên lêgerînê.

Di nava çeteyên teslîmbûyî de Rûs, Tirk, Ozbek û Pakîstanî jî hene.