Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê daketin qadan, xwedî li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê derketin.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryyaê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Herrengasseyê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan û bal kişandin ser daxwaza çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Ocalan. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEY-KOM’ê Halîs Sever li cihê çalakiyê axivî û diyar kir, gelê Kurd wê bêdengî û xemsariya saziyên Ewropayê qebûl neke.

LÎNZ: li bajarekî din ê Awûstûryayê li Lînzê jî Kurdistanî li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan. Çalakî HBF a Lînzê pêk hat û bi pankart û belavokan işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan gelek çepgir, sosyalîst û anarşîstên Awûstûryayê û Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel li Heldenplatzê li hev civiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê û daxuyaniyê, heta Westbahnhof a Viyanayê meşiyan. Çalakgeran ji bo xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê bang kirin.

MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, bi beşdariya du sed hezar kesî li dijî nîjadperestî û faşîzmê meşek hate lidarxistin. Kurdistanî jî tevlî meşê bûn û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa “Heta ku faşîzm û tecrîd biqede, azadî ji Ocalan re” vekirin û belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Em hemû li dijî faşîzmê ne”, “Viva Ocalan”, “Viva Kurdistan” hatin hildan.

KOPENHAGEN: Tecrîdkirina Ocalan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi meşekê hate şermezarkirin. Meş li Vesterbros Torvê dest pê kir û Kurdistanî bi qîrîna dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” meşiyan.

LA ROCHELLE: Li bajarê La Rochelle yê Fransayê, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Gigrseya gel li Vieux Port la Rochelleyê li hev civiyan û heta Place Gabutê bi qîrîna dirûşman meşiyan. Li qada mîtîngê axaftin hate kirin û qisekeran gotin, “Yê ku li dijî DAÎŞ’ê bi ser ket Trûmp nîne, Ocalan e.” Her wiha hate destnîşankirin ku azadiya Ocalan wê bibe azadiya Kurdistanê.