HATAY – Hatay, bi dîrok û çanda xwe, wekî bajarê şaristaniyan tê pênasekirin. Lê belê, ji ber şerê li Sûriyeyê niha ketiye weziyeteke ku bi navê ewlehiyê tiştek lê nema ye. Di sala 1939’an de, daxilî xaka Tirkiyeyê bû. Lê belê, niha ji ber tevdîrên polîsiyî, pîvanên leşkerî û liv û tevgera endamên rêxistinên selefî, mirov dibê qey komareke cihê ye.  Şerê li Sûriyeyê, hindik maye têkeve sala nehan. Piştî şer dest pê kir, Tirkiye bi awayekî aştiyane nêzî rêveberiya Esad bû. Lê belê piştî wextekê Tirkiye berkesê vê polîtîkaya xwe tev geriya û got “Em ê li Mizgefta Emewiyê nimêj bikin.” Piştî Tirkiye axilî şer bû û piştgirî da rêxistinên selefî, zêdetirî 4 milyon mirov koçber bûn. Ji ber vê polîtîkayê siyaseta welat û aboriya welat xitimî û fatûreya herî giran a vî şerî li Riha, Dîlok, Kilîs û Hatayê hat birîn. Ev bajarên ku malovaniya bi sed hezaran penaberan kir, nêzî herêmên sînor in ku binkeyên komên selefî lê ne.  ‘TU DIBÊ QEY HÎN JÎ KOMAREKE CIHÊ YE’  Hatay, ku bi nasnameya xwe ya dîrokî û çandî yek ji bajarên şarsitaniya ye, piştî şerê li Sûriyeyê niha yek ji bajarên herî bê ewle yê Tirkiyeyê ye. Bajar, di sala 1939’an de daxilî xaka Tirkiyeyê bû, lê belê ji ber tevdîrên polîsiyî, pîvanên leşkerî û liv û tevgera endamên rêxistinên selefî, morov dibê qey komareke cihê ye.  Nêviyê nifûsa bajêr erebên elewî û sunî ne, lê belê tirkmen, kurd, çerkes û ermenî jî lê hene. Berê, li bajêr gelek bawerî bi hev re dijiyan, lê belê piştî şerê li Sûriyeyê mirovên ji baweriyên cuda mecbûr terka bajêr bikin. Her wiha berê li bajêr dengê azan û çanan tev li hev dibûn û gelek dêr, hewra û sînanog hebûn, lê belê piştî şer ev dêr û sînagog mecbûr man deriyên xwe bigirin.  LI HER DEVERÎ NOQTEYÊN KONTROLÊ  Li bajêr, bi taybetî piştî operasyona li Efrînê, tevdîrên polîsiye û leşkerî zêde bûn. Tevî têketina navendê ji navçeya Dortyolê heta navçeya Îskenderûnê gelek noqteyên kontrolê yên polîs û leşkeran hene. Wexta mirov ji Îskenderûnê ber bi Antakyayê ve diçe hejmara van noqteyan zêde dibe.  Bi taybetî piştî Belen Geçîdiyê, li xaçerêya Antakya-Kirikhanê hema bêje hemû wesayît tên rawestandin û bi her awayî tên sehîkirin. Piştî li GBT’ê tê nerîn destûra çûyîna wesayîtan tê dayîn. Her wiha turîstên biyanî û xwecihî yên dixwazin biçin navenda navçeya Kirikhanê jî navên wan tên qeydkirin û ji bilî çûyîna navenda navçeyê destûr jib o wan tune ye ku biçin gundan.  Li gundên nêzî sînor jî, hema bê qeyda hemû kesan tê çêkirin û gundiyên erdê wan hene heta destûrê ji qereqolan nestînin nikarin biçin nav erdên xwe.  Ji ber van tedbîrên leşkerî, bi taybetî piştî operasyona Efrînê, gundî nikarin xweşikî tev bigerin û dibêjin: “Ev der dûrî sînor e, çima li vira tevdîran digirin. Ji ber van tedbîran her roj em bi awayekî endîşeyî diçin kar û tên.”  Her wiha rojnamevanên akredîtasyonê nadin wan jî, nikarin biçin Teyhanliyê. Hêleke navçeyê li Efrînê hêleke din jî li Îdlibê dinere.  REWŞA MAMOSTE Û XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ  Li navçeya Kirikhan, Reyhanli, Altinozu û Yayladagiyê navê hemû mamoste û xebatkarên tenduristiyê hatine qeydkirin. Hemû liv û tevgera mamoste û xebatkarên tenduristiyê tên qeydkirin.  DERIYÊN SÎNOR GIRTÎNE  Li Hatayê du deriyên sînor hene; Cîlvegozu û Yayladagiyê. Lê belê piştî operasyona Efrînê li Taxa Bukulmezê jî deriyekî sînor hat vekirin. Hat diyarkirin ku ev demeke dirêj e deriyê sînor ê Yayladagiyê girtiye û deriyê Cîlvegozuyê jî ev çend meh e hatiye girtin. Lê belê tê gotin ev derî car carinan tê vekirin û dîsa tê girtin.  ABORÎ NEMAYE  Piştî girtina deriyên sînor, êdî kesên li ser îsnor bazirganî dikirin nikarin bixebitin. Ev yek jî tesîrê li aboriya bajêr dike. Ji ber liv û tevgera li ser xeta sînor, turîstên biyanî û xwecihî jî xweşikî nayên bajêr. Ji ber vê her diçe rewşa aboriya bajêr xirabtir dibe.  TÊ GOTIN JI BO OSO’YAN KARTÊN TAYBET HATINE ÇÊKIRIN  Gelê bajêr dibêje, deriyê sînor ji bo wan girtîne lê belê ji bo mîlîtanên OSO û El Nûsrayê vekiriîne. Ji bo mîlîtanên van rêxistine bi rihetê bên Tirkiyeyê û biçin Sûriyeyê, ji bo wan kartên taybet hatine çêkirin.  Welatî, bilêv dikin ku li gundên ser sînor gelek endamên OSO’yê hatine bicihkirin û ji ber vê li bajêr bi navê ewlehî û hizûrê tiştek nemaye.  Endîşeyên, welatiyên li navçeyên nêzî sînor dijîn zêde ne. Welatî, bilêv dikin ku ew ditirsin ji nişka ve bombe an jî roket li malênwan bikevin. Navçeya herî bi endîşe jî Reyhanli ye, lew Reyhanli 15 kîlometreyan dûrî Îdlibê ye. Tekane daxwazê şêniyên navçeyê ew eku komên selefî ji Sûriyeyê û Tirkiyeyê bên derxistin. Parve bike: