Rûsyayê careke din der barê mijara pêkanîna hevpeymana Idlibê de nerazîbûna xwe li hember Tirkiyê diyar kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro teqez kir ku bendên hevpeymana li ser “herêma bêçek” li Idlibê hîna bi temamî pêk nehatine.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir ku bendên hevpeymana ku Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê îmze kiriye, bi temamî pêk nehatine.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 17`ê Îlona 2018`an de, di civîna Soçiyê de gihaştin hevpeymanekê da ku “herêmeke bêçek” li hin aliyên parêzgehên Heleb, Hema, Idlib û Laziqiyê bê avakirin, ew jî di bin serweriya Tirkiyê de be.

Lavrov di hevpeyvîneke li gel ajansa nûçeyan a Kiwêtê Kona de wiha got: “Em ji hevkarên xwe yên Tirk re dibêjin pêwîst e erkên xwe ku di 17`ê Îlona 2018`an de li ser rawestandina şerê li Idlibê de îmze kirin, pêk bînin.”

Lavrov hişyarî da ku tevî aramiya li Sûriyê çêbûye û rêxistina DAIŞ`ê têk diçe, divê kedeke mezin bê dayîn, ji ber ku hîna şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistinên radîkal hene û pêwîst e bêne tunekirin.

Di destpêka sala 2019`an de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) qadeke mezin a Idlibê û bejahiya Helebê kontrol kir û hîna xalên çavdêriyê yên Tirkiyê di herêmên Tehrîr El-Şam de hene.

(jo)