Navenda Ragihandin û çapemeiyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 gerîlayên sala 2018’an ku li herêmên cuda şehîd bûne eşkere kir û ew bi rêzdarî bi bîr anî.
NAVENDA NÛÇEYAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 6 gerîlayên ku sala 2018’an li herêmên cuda şehîd bûne eşkere kir.
Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:
“Sala 2018’an li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li gelemperiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî dagirkeriya ku xwest Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî topyekûn tasfiye bike, ciwanên Kurdistanê bi lehengiyeke mezin destanên berxwedanê nivîsandin û rê nedan faşîzmê. Têkoşîn, lehengî û fedakariyên bêhempa yên di vê oxirê de hatin dayin, di dil û mejiyê gelê me de cih girtin. Ewladên leheng ên gelê me her dijîn.
Di vê têkoşîna berxwedanê de, hevalên me Adil, Cûdî, Kemal, Kûrtay, Rizgar û Zanîn di demên cuda yên sala 2018’an û herêmên cuda şehîd bûn. Em hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Her 6 hevrêyên me bi armanca azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê ketin ser rêya şoreşê û di vê oxirê de ji bo li Bakurê Kurdistanê hesab ji dijmin bipirsin dest bi têkoşînê kirin. Van hevrêyên me yên hêja di asta herî bilind de fêhm kirin ku ji bo azadiyê pêwîstî bi berdêlên mezin û fedakariyê heye û di nava têkoşîna xwe de her tim hewl dan bibin hevrêyên rast ên Rêber Apo û bi vî rengî bi erka xwe rabûn. Em van şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin ku mînakên herî bedew û leheng ên nifşê ku bi têkoşîna PKK’ê re ji dayik bûn û mezin bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serketinê. Di şexsê malbatên xwe yên hêja de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Adil Zîlan
Nav paşnav: Osman Îşler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Akgul
Navê bav: Sabrî
Cih û dîroka şehadetê: 6’ê Hezîrana 2018’an / Agirî
*****
Nasnav: Cûdî Aşkîta
Nav paşnav: Serhat Aycil
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Hinar
Navê bav: Lezgîn
Cih û dîroka şehadetê: Mijdara 2018’an / Wan
*****
Nasnav: Kemal Bagok
Nav paşnav: Lokman Genç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayikê: Raîfe
Navê bav:Nûrettîn
Cih û dîroka şehadetê: 31’ê Cotmeha 2018’an / Şirnex
*****
Nasnav: Kûrtay Sîpîrîz
Nav paşnav: Ûmût Mevdût
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Vahîde
Navê bav: Hamza
Cih û dîroka şehadetê: 26’ê Adara 2018’an / Colemêrg
*****
Nasnav: Rizgar Bêgirî
Nav paşnav: Şaban Karagulle
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Şerîfe
Navê bav: Osman
Cih û dîroka şehadetê: 22’ê Gulana 2018’an / Qers
*****
Nasnav: Zanîn Rûbar
Nav paşnav: Mûhammed Îbrahîm Osman
Cihê jidayikbûnê: Lubnan
Navê dayikê: Renda
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê: 20’ê Adara 2018’an / Gabar