Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici 46 roj in li bajarê Den Haag ê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. Rojnamevan û nivîskarên Kurd Fûat Kav û Amed Dîcle serdana wan kirin.

Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici 46 roj in li bajarê Den Haag ê Hollandayê di greva birçîbûnê de ne. Rojnamevan û nivîskarên Kurd Fûat Kav û Amed Dîcle serdana wan kirin.

Fûat Kav di dema serdanê de axivî û greva birçîbûnê şiband berxwedana zindana Amedê.

Kav got, “Ez bawer im ku berxwedan wê bi ser bikeve.”

Di vê navberê de, endamên Yekîtiya Jinên Elewî ya HAKDER a Hollandayê serdana Yildiz û Çakici kirin.

Seroka yekîtiyê Sevîm Kaplan di dema serdanê de axivî û got, “Roj roja yekîtiyê ye. Bi rengekî hevgirtî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”