Endama navendî ya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistan diyarkir ku aloziya li Îranê ji bo Kurdan defetek mezine û ev jî tenê bi yekitiya hêzên Kurd dikare çêbibe. Endamê got ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rolê jinan gelek bi bandor û girînge.
Herku diçe ambargoya ji derve li ser Îranê zêde dibe. Endama Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan ya Kurdistan Kewser Fetahî li ser rewşa dawî ya Îranê ji RojNews re axivî.
Fetahî di axaftina xwe de balkêşa ser aloziya dinava Îranê û rolê Kurdan de. Fetahî got ku aloziya dinava Îranê de ji bo gelê Kurd derfetek mezine û Kurd dikarin vê yekê bi yekgirtinê kar bînin.Fetahî gotku gelên Îranê ji siyaseta derve ya ber bi şkestinê ve diçe bêzar bûne, bi vê siyasetê re Îran ber bi qeyrana aborî ve diçe.
Endama Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşanên Kurdistan Kewser Fetahî balkêşa ser ambargoya ji aliyê Emerîka a li ser Îranê û got; “Hêjî beşek ji ambargoyê maye ku wê were kirin, wê meha were bi temamî ambargo bêxin ser Îranê. Ev jî wê zextek mezin bêxe ser Îran, niha jî zextek mezin ya aborî li ser Îranê heye. Li Îran bêkarî zêde bûye, bi taybet komara îslamî ambarbo xistiye ser Rojhilatê Kurdistan.”
Fetahî di dewamê de balkêşa ser rewşa Kurdên Rojhilat û wiha domand; “Kurd dikarin van derfetane bikarbînin, lê pêwîstiya me bi yekitiya hêzên Kurd heye û divê bingehek hevbeş ji bo kar û barên Rojhilat bê danîn. Ev jî weke hêz û medyayek hevbeş dikare çêbibe. Bê guman xwasteka gel jî eve.”
Fetahî balkêşa ser girîngî û rolê jinê û wiha axaftina xwe bi dawî anî; “Li Rojhilat û Îranê çîna herî serdem û radîkal jine, hemû dengên nerazîbunan ji jinan tê bihîstin. Jin hêz û tevgera herî bi bandorin.”