Şervanên QSD’ê ji aliyekî ve DAÎŞ’î û malbatên wan ên li Baxozê teslîm digin veguhezîne, li aliyê din jî bersiveke tund dide êrîşên çeteyan ên hewl didin veguhastinê asteng bikin
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li gundê Baxozê yê bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê dewam dike.
Operasyona şervanên QSD’ê ku 1’ê Adarê dest pê kir, ji 3 baskan ve didome. Ji bo DAÎŞ’iyên teslîmbûn qebûl kirin û malbatên wan ji qada şer bên derxistin, baskekî operasyonê hate rawestandin. Di nava du rojan de bi hezaran DAÎŞ’î û malbatên wan teslîmî şervanên QSD’ê bûn.
Lê belê gelek çeteyên ku qebûl nekirin teslîm bibin, bi sûîqestan, bi fuze û wesayitên bombebarkirî hewl didin pêşî li pêşveçûna şervanên QSD’ê bigirin.
Baskê rojhilat ê operasyonê ji bo veguhastinê hate rawestandin û korîdora veguhastinê hate vekirin. Li baskên bakur û başûrê rojhilat jî di operasyonê de şerekî dijwar diqewime.
Kameramanên ANF’ê li çeperên herî pêş ê baskê bakur ê operasyonê dîmenên şerê dijwar kişandin.
Operasyonên veguhastina sivîlan, malbatiyên DAÎŞ’iyan û DAÎŞ’iyên teslîmî QSD’ê bûn 9’ê Sibatê dest pê kiribûn. Di veguhastinê de ku heta 1’ê Adarê dewam kir, zêdeyî 10 hezr kes li herêmên ewle hatin bicihkirin.
Di karê veguhastinê yê 20 rojan de nêzî 2 hezar çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî û malbatên wan jîd i nav de bi hezaran kes hatin veguhastin. Hêzên QSD’ê piştî bidawîbûna veguhastinê, 1’ê Adarê saet 18:00 dest bi operasyona li dijî çeteyên mayî yên li Baxozê kir.



