Gundê Jinwar ku 48 kesan pêk tê cara dûyemîn amadekariya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin.

MÛRADA KENDA – OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûye sembola berxwedana jina azad a li dijî deshildariyê û hişmendiya mêr. 8’ê Adarê bûye roja serhildana dengê azadiyê. Gundê Jinwar ku li Bakurê  Sûriyê ye tenê jin têde jiyan dikin îsal wê cara duyem 8’ê Adarê li gund were pîroz kirin.

Bi nêzbûna rojek wiha girîng endama Desteya Rêveber a gundê Jinwar Rumet Heval got ku wê li Derazorê jî warek taybet ji bo jinan hatiye veqetandin û ev war ji 3 donum erd pêk tê.

Endama Komîna Enternasyonalîst a gundê Jinwar Nûjîn Derya anî ziman ku amadekariya nivîsandina pirtûka li ser gundê Jinwar  tê kirin.

‘Em ê roja xwe li warê xwe pîroz bikin’

Têkîldarî 8’ê Adarê şêniya gundê Jinwar Fatma Emîn ku ji bajarê Kobanê ye û bi 6 zarokên xwe re li gundê Jinwar dimîne wiha got: “Pîrozkirina 8’ê Adarê li gundê Jinwar pir cuda ye. 8’ê Adarê roja têkoşîna jinê ye û em ê jî roja xwe li warê xwe pîroz bikin. Ev jî dibe sedem ku em duwemîn 8’ê Adarê bi hev re pîroz dikin. Çawa jin di qadên leşkerî, civakî û hişmendiya têkoşînê cihê xwe di civakê de digire, em li gundê xwe jî heman têkoşînê dihûnin. Vîna me li gundê me de diyar dibe û xwe îspat dike. Her tişt bi keda me tê çêkirin û jin bixwe rêveberinê dibe  bersiva hişmendiya paşverû dide. Her jinek li gund serpêhatiyek wê heye. Em bi jiyanek hevbeş hevdû temam dikin.”         

Li Derazorê ji bo avakirina warê jinan 3 donum erd hatiye diyarkirin

Endama Desteya Rêveber a gundê Jinwar, Rumet Heval  têkîldarî bandoriya gund li ser civakê wiha got: “Li bajarê Kobanê, Silemaniyê û Derazorê wê gundê jinan bê vekirin. Ev sala duyeme ku li Jinwar 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Gelek jinên welat û cîhanê bi xebatên ku li Jinwar hatine meşandin serbilindin û têkoşîna xwe li ser vê didin meşandin. Pîrozbahiya Jinwar dibe pîrozbahiya hemû jinên cîhanê. Projeya Jinwar xwe ji bo gavên pêşî xwe amade dike û heya niha diyare ku projeya me bi ser ketiye. Li cihên pêwîst daxwazên civakê ji bo avakirina gundê wekî Jinwar hene. Li Derazorê mamosteyek 3 donum erd diyarî Komîteya Jinwar kir ku li wir warekê jinan bê ava kirin. Pêwîstiya warê jiyanê yên jina heye. Ji bo bersiva 8’ê Adaran, 25’ê Mijdaran, Newrozan, bihara gelan û jinan wê warê jinan li hemû cihan were avakirin.”

Rumet anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê û Şengalê dibe ku gundên jinan werin avakirin û wiha pê de çû: “Jinên ku dixwazin warêkî xwe ava bikin dikarin projeyên xwe lidarbixin û dest bi xebatan bikin.”

Amadekariya nivîsandina pirtûka Jinwar tê kirin

Di nava gundê Jinwar de komîna Enternasyonela jî heye. Ji dewletên Elmanya, Kenya, Îngiltere û Fransa gelek jin ji bo dîtina gundê jinwar tên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Endamê komînê tekîldarî gundê Jinwar amadekariya nivîsa pirtûkê dikin. Tekîldarî amadekariya pirtûkê endama Komîna Enternasyonela Nûjîn Derya ku ji dewleta Elmanya ye diyar kir ku ev gund wê di dîrokê de bi tipên zêrîn cihê xwe bigre. 

‘Wê êdî jinên cîhanê jî gundê Jinwar nasbikin’

Derya destnîşan kir ku  li ser armanca danîsîna encama şoreşa Rojava û avakirina gundê jinê ji dewletên cîhanê re amadekariya pirtûkê tê kirin û got: “jiyana Jinwar gelekî cûda ye û têkoşîn tê kirin. Ev gund balkeşe û pêwîste hemû jinên cîhanê vî gundî nas bikin. Jinwar bû mînak û her roj pêş dikeve. Em jî li vir bi rastî jî di nava civaka xwezayî de dijîn. Têkoşîna jinan bi birdozî û felsefê  çawa tê meşandin, Jinwar çima hat ava kirin, jiyana Jinwar, ekolojî, xwerêxistinkirin, aboriya Jinwar çawa ye û tecrûbeyên xwe bi giştî em dixwazin bidin fêmkirin. Wê jinên cîhanê vî gundî mînak bigrin. Tecrûbeya gundê Jinwar wê hişmendiya baviksalarî jî têk bibe.”  

ANHA