Li gundekî Efrînê, ku di bin dagirkeriya Tirk de ye di teqînekê de leşkerekî Tirk mir. Du çeteyên bi ser rejîma Enqerê ve jî birîndar bûn.
Li gorî jêderên herêmê vê sibehê li ser rêya gundê Tirindê li cihê kontrolê ya dagirkeran teqînek çêbû.
Di encama teqînê de leşkerekî Tİrk hate kuştin, 2 endamên kome çeteya Firqet El Hemze birîndar bûn.
Hê diyar nebûye bê ka teqîn çilo çêbûye. Kesî teqîn hê li xwe negirtiye.