NAVENDA NÛÇEYAN – MKGP’ê rojnameger Denîz Firat a li Mexmûrê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da di salvegera 4’emîn bibîr anî û got: “Em Denîz bi rêzdarî bibîr tînin. Mîrasê wê nîvco hişt dê bibe roniya rêya me.”
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) bi daxuyaniyekê rojnameger Denîz Firat a 4 sal berê di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Daxuyaniya MKGP’ê wiha ye: “Di şerên cîhanê û Rojhilata Navîn de tê birêvebirin hedefa yekemîn kedkarên çapemeniyê ne. Di şertên zor û dijwar li şûna ewlehiya canê rojnamegeran bê temînkirin û çavdêrkirin, lê dibe hedef. Hevrêya me Denîz Firat di 2014’an de li Mexmûrê di şerê bêeman ê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. 4 sal e em bê Firat derbas dikin û bi bêrîkirin û berxwedana wê demek tije bû. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî kamera wê di qeydê de bûye û hemû hovîtiya DAIŞ’ê bi raya giştî ya cîhanê re ragihand. Piştî Denîz Firat, bi dehan jinên ala wê hildane bi berxwedanê xwe dane nîşandan dê bi ser bikevin. Em Denîz di 4’emîn salvegerê de bi rêzdarî bibîr tînin. Mîrasê wê nîvco hişt dê bibe roniya rêya me. Em carek din ji zîndanan, meydanan û qadên şer qîr dikin. Heta heqîqet ronî bibe û tariyê ronî bikin, çeka têkoşîna wê ya li ser milê me hişt, dê her tim kameraya wê vekirî be.”