STENBOL – Hunermend Ayfer Duzdaş, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bang li hunermen, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîran kir û got: “Em bibin dengê wê, em hêza xwe li hêza wê zêde bikin da Leyla bijî.” Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 121’ê de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî ji 16’ê Kanûnê ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome. Di 1’ê Adarê de jî greva birçîbûnê li tevahiya girtîgehên ku girtiyên PKK û PAJK’î lê dimînin belav bû. Hunermend Ayfer Duzdaş ku der barê Leyla Guven de straneke bi navê “Leyla” çêkir, bang li her kesî kir ku bibin dengê Guvenê. ‘MEŞALEYA DI NAV TARÎTIYÊ DE’ Duzdaş, destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven li dijî nêvenga alozî û civaka yektîpî ye û got: “Çalakiya hêja Leyla Guven, di nav vê tarîtiyê de meşaleyek e û dest bi dest belav dibe.” Duzdaş, anî ziman ku ji bo zext û zoriyên li ser bindestan bi dawî bibin Guven ketiye greva birçîbûnê û got: “Leyla Guven, ji bo hêviyê li dijî tarîtiyê wek meşaleyekê vêdikeve.” ‘EM BIBIN DENGÊ HÊJA LEYLA GUVEN’ Duzdaş, anî ziman ku di serdemên wisa de berpisiyarî dikeve ser milên hunermendan jî û got: “Divê hunermend li ber van çalakiyan xwe li bêdengiyê daneynin. Çimkî ev çalakî, ji bo aloziya li welat bi dawî bibe dest pê kiriye. Hemû muxalif û derdorên demokrat bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû dimînin. Îjar divê pêşî hunermend û akademîsyen li dijî vê yekê bisekinin.” Duzdaş, bang li hunermend, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran kir û got: “Em bibin dengê wê, em hêza xwe li hêza wê zêde bikin da Leyla bijî.” MA / Sadiye Eser Parve bike:
Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
