Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got, DAIŞ a ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt, li ser tevahiya cîhanê xeteriyek bû û diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya Kurdan li hember DAIŞ`ê sekinînin û ew tune kirin.

DICLE EHMED / KOBANÊ

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen têkildarî têkçûna DAIŞ`ê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku DAIŞ`ê li ser cîhan û herêmê xeteriyek bû.

Şêx Hesen diyar kir ku DAIŞ`ê bi desteka dijminên gelê Kurd xwest Şoreşa Rojava têk bibe û bi rêya êrîşkirina Kobanê gelê Kurd qir bike.

Hesen tekez kir ku Tirkiyê aliyên sereke yên ku desteka DAIŞ`ê ji aliyên madî û manawî di şerên li dijî kurdan li Kobanê û gelek herêmên din ên Sûriyê dikir.

Hesen destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji cîhanê re isbat kir ku gelê Kurd karî li hember DAIŞ`ê bisekine û bi lehengî û vînek xurt şerê DAIŞ`ê kir.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ`ê li keleha berxwedanê û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember DAIŞ`ê bi bîr xist. Şêx Hesen bilêv kir ku jinên Rojhilata Navîn şerê rêxistina terorê ya herî bi hêz  ku cîhan tehdîd dikir, kirin û tev li YPJ`ê bûn û ji tevahiya cîhanê re bûn mînak.

Hesen bal kişand ku DAIŞ`ê cara yekê li Kobanê bi saya fedakariyên şehîdan têk çû.

Ismet Şêx Hesen teqez kir ku serkeftina Kurdan, cîhan neçar kir ku li dora Kurdan kom bibin û paşê  QSD`ê hate avakirin û wiha dewam kir:” QSD`ê ji ciwanên pêkhateyên gelê Sûriyê ava bû û ji bo şerê li dijî zihniyata paşverû, desthildar û ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê bi Koalîsyona Navdewletî re bû hevalbend û bi serket.”

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen bidawîbûna DAIŞ`ê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir û got YPG, YPJ û QSD`ê erka parastina tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine ser xwe. Şêx Hesen soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk û rûniştandina biratiya gelan û jiyana hevpar dubare kir.

(şx)

ANHA