Şahiyên 8`ê Adarê dest pê kirin
Şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin.

08 Adar 2019, İn – 12:26 WENE
NAVENDA NÛÇEYAN
Herêma Cizîrê
Bi dirûşma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê bilind bikin , bi rêber Apo re azad bijîn” şahiya 8`ê Adarê ya herêma Cizîrê dest pê kir. Bi hezaran jinên bajar û herêmên Cizîrê li bajarokê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo kom bûn da ku roja xwe pîroz bikin.
Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê dê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan werin guhdarkirin. Di şahiyê de dê gelek axaftin li ser nave Kongreya Star, bi navê jinên Suryan, jinên Ereb û şandeyek ji herêma El-Basik werin kirin. Her wiha Tevgera Kevana Zêrîn dê stranan pêşkêş bike.
Herêma Firatê
Li herêma Firatê şahiya 8`ê Adarê bi meşekê dest pê kir. Jin li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û berê xwe da Qada Şehîd Egîd. Jinan di meşê de, pankartin bi nivîsa “Berxwedan jinan rizgar dike” hilda û dirûşmên “Bijî berxwedana jinên azad” berz dikin. Piştî ku jin bigihêjin Qada Şehîd Egîd wê şahî dest pê bike. Tê payîn ku axaftin bi navê Kongreya Star û bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed ve werin kirin. Paşê, dê komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, stranên xwe pêşkêş bike.
Şehba
Li kantona Şehbayê jî, şahiya 8`ê Adarê wê bi meşekê dest pê bike. Bi sedan jin, berê xwe didin navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê da ku li wir dest bi meşê bikin. Tê payîn ku meş kîlometreyekê dewam bike û jin berê xwe bidin gundê Merata yê girêdayî navçeya Ehdasê. Paşê, li wir wê meş veguhere mîtîngê. Di mîtîngê de, dê axaftin bi navê Kongreya Star û jinên Ereb ên kantona Şehbayê werin kirin.
Piştre dê komên Tevgera Kevana Zêrîn stran, dîlan û şanoyan pêşkêş bikin.
(kc)
ANHA