NAVENDA NÛÇEYAN – Hesen Elî Xelîl ku têgotin peywendiya wî bi DAIŞ’ê re heye û ji bo meclîsa qezaya Şengalê hate tayîn kirin, li rastê nerazîbûnên tund yên Şengaliyan hat. Şengalî bi vê boneyê çalakiyeke nerazîbûnê lidarxist.
Hikûmeta Iraqê kesekî bi navê Hesen Elî Xelîl ku têgotin têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye û di dema komkujiya Şengalê de bi DAIŞ’ê re tevgeriyaye, ji bo Meclîsa Qezaya Şengalê wezîfedar kir. Şengalî jî piştî bihîstina vê agahiyê îro, li navenda bajarê Şengalê daketin qadan û nerazîbûn dan nîşan.
Şengalî bi dirûşmên, “Hesen Elî Xelîl DAIŞ’e, em wî di rêveberiya Şengalê de qebûl nakin”, “Em rêveberiyeke nîştîmanî dixwazin” û “Yên xiyanet li Şengalê kirin, temsîla me nakin” qîriyan.
Xwepêşanderan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku Hesen Elî Xelîl ji wezîfe bigire û guh bide daxwaza Şengaliyan.
Hesen Elî Xelîl beriya komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an pêk were endamê meclîsa qezaya Şengalê bû. Li gorî agahiyên ji Şengalê hatine girtin, dîmen û belgeyên ku îspat dikin têkiliya vî kesî bi DAIŞ’ê re heye û di dema komkujiyê de rol lîstiye, heye.