Jinên ku di şahiya 8`ê Adarê ya kantona Şehbayê de axivîn, soza bilindkirina têkoşîna rizgarkirina Efrînê da. Jinan diyar kir ku yekitiya gelan dê tecrîda li Îmraliyê bişikîne û li Sûriyê û Rojhilata Navîn neteweya demokratîk pêk bîne.

ŞEHBA

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dike. Şahiya ku bi dirûşma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê berxwedanê bilind bikin û bi azadî bi serok re bijîn” pêk tê, bi axaftinan dewam dike.

Ji rêveberên Kongreya Star Sureya Mistefa axivî û 8`ê Adarê li malbatên şehîdan û jinên li eniyên şer li dijî  terorê şer dikin, pîroz kir. Sûreya wiha dewam kir: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje jin ji bo azadiyê şer dikin, ên ku azad dibin xweşik dibin. Lewma derdorên li dijî azadiya jinan Ocalan girtin, xwestin ku hebûna jinan tune bikin, lê baweriya Ocalan bi vîn û hêza jinan hebû.”

Sûreya soz da ku li gorî baweriya Ocalan têkoşînê bilind bikin û hemû rojan bikin rojên azadiya jinan.

Bi navê Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro axivî û têkoşîn û berxwedana welatiyên Efrînê yên li Şehbayê silav kir. Cîhan bal kişand ser rola jinan di pêvajoya sêyemîn a Berxwedana Serdemê de û got dê zor û zehmetî vîna wan neşikînin.”

Cîhan wiha pê de çû: “Bê guman jin ji hemû beşên civakê zêdetir rastî çewisandinê hatine, lê radest nebûye, berxwedana jinan di pêvajoyên dîrokî de gelek guherîn çêkirine, me bi saya têkoşîna jinan şoreşa rizgariya jinan bilind kiriye.”

Cîhan Xidiro di dawiya axaftina xwe de hemû jinên Berxwedana Serdemê pîroz kirin û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa têkoşer Leyla Guven da heta ku azadiya jinan pêk bê.

Şahî bi stran û dîlanên koma Kevana Zêrîn dewam dike.

(kn)

ANHA