Berxwedana şervanên YPJ’ê yên li eniya pêş ên Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin bê navber dewam e. Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo diyar ku armanca wan a sereke rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên ketine lepên DAÎŞ’ê ne.
Berxwedana şervanên YPJ’ê ya di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ li Dêra Zor bi taybet li Baxozê dewam dike. Rojan e şervanên YPJ’ê bi sedan jin û zarokan rizgar dike. Di nava van kesên tên rizgarkirin de zarok û jinên Êzidî yên di sala 2014’an de li Şengalê hatibûn girtin, hene.
Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo tevlîbûna şervanên YPJ’ê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ û rizgarkirina sivîl û bi tabet jin û zarokên Êzidî ji ANF’ê re nirxand.
‘SIVÎL TÊN RIZGARKIRIN, DAÎŞ’Î XWE RADEST DIKIN’
‘Şerê Tinekirina DAÎŞ’ êdî ber ber bi dawî ve diçe, rojane jin û zarokên Êzîdî tên rizgarkirin. Di va hefteya bihûrî de zêdeyî 7 hezar sivîl, malbatên DAÎŞ’ê û DAÎŞ’î ji Baxozê derketine û xwe radestî şervanên QSD’ê kirine.
‘ARMANCA ME RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ NE’
Fermandara YPJ’ê Aryen Qamişlo bal dikişÎNE ser rizgarkirina sivîlan û bi taybet jin û zarokên Êzidî yên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ’ê û wiha got: “Ji bo me YPJ’ê ev têkoşîn pir girîng e, ji ber ku em jin û zarokên Êzidî rizgar dikin. Hê jî jinên Êzidî li Baxozê mane.
‘DAÎŞ ZILM LI JINÊN ÊZIDÎ DIKIR’
Qamişlo diyar kir ku her jineke Êzidî ya tê rizgarkirin xwedî çîrokeke biêş a ji destê çeteyên DAÎŞ’ê kişandî heye. Qamişlo got: “Jineke Êzidî ku duh hate rizgarkirin, dema çîroka xwe tîne ziman, diyar dike ku deh carî hatiye zewicandin. Her wiha ziman, çand û ola wê lê dabû jibîrkirin.
‘JINÊN HATIN RIZGARKIRIN TEVLÎ YPJ’Ê DIBIN’
Fermandar Aryen Qamişlo diyar kir ku piştî YPJ’ê li herêmê rizgarkirin bandorekî mezin li jinên herêmê kirine û wiha pê de çû: “Piştî ku herêm hate rizgarkirin û şûnde, ji ber bandora şervanên me gelek jinên herêmê tevlî refên YPJ’ê bûn û li dijî DAÎŞ’ê li Baxozê şer dikin.”
‘ROJÊN PÊŞ DAWIYA DAÎŞ’Ê TÊN’
Herî dawî Qamişlo diyar kir ku kêm sivîl mane di destê çeteyên DAÎŞ’ê de û wan sivîlan wek mertalên zindî bikar tîne. Aryen da xuyakirin ku çete ji vê hesasyet wan a nêzîkbûna sivîlan derfetê dibîne û emrê xwe dirêj dike. Aryen got: “Rojê pêş wê ev devera mayî di destê DAÎŞ’ê de jî bê rizgarkirin.”