MÊRDÎN – Mazlum Feyzî Fîdan ê li Girtîgeha Mêrdînê girtî ne çalakiya xwe bi helbesta xwe ya “Mizgîna Serkeftinê” pênase dike û got: “Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”Mazlum Feyzî Fîdan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku ji 1’3e sibatê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya li hemû girtîgehan helbestek nivîsand. Fîdan navê “Mizgîna Serkeftinê” li hebesta xwe kir. Her wiha Fîdan di helbestê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 122 roj in di greva birçîbûnê de ye dişibîne Leyla Qasim. Fîdan li gel helbesta xwe peyamek kurt jî şand û got: “Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi ser kevin. Em ji Zîndana Mêrdînê silavên xwe ji pêşenga mezin a vê berxwedana me heval Leyla Guven re dişînin.” Helbesta Fîdan nivîsandiye wiha ye: “Rexnadarîya te da bû berdevka dilê meLi hember gotinên te hevok tev man bê wateEm jî wek te birîndar per û bask şikestî neLokman Hekîm naxwazin dermanê me roja meLokman Hekîm em naxwazin dermanê me Serokê me Gel îro tev bû xelek li dor eşq û vîna teWek tewafa Mekkeyê pîroz berxwedana teRoh li heyata însan ne av û ne jî nan eHilmek bi rûmet hebe jîyan ev dem jîyan e Mizgîna Serkeftinê em rê hevalê te neAla berxwedana te yê biparêze li pey te neBizanibe îro sibê li ser birca AmedêEw ê govendê bigre li ber bayê azadiyê Arîn û Barîna min tu Vîyan Peymana minAvesta Xabûra min tu xeta Zîlana minGula li bexçê azadîyê tu Leyla Qasima minGula li bexçê azadîyê tu Leyla Guvena minJi bîr nabe ji bîr nabeTu ji bîr nabe tu carî Arîn û Barîna min tu Vîyan Peymana minAvesta Xabûra min tu xeta Zîlana minGula li bexçê azadiyê tu Leyla Qasima minGula li bexçê azadîyê tu Leyla Guvena minJi bîr nabe ji bîr nabeTu ji bîr nabe tu carî” Parve bike:
Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
