STENBOL – Nivîskar Emîn Gurban ku di Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê de ye, der barê grevên birçîbûnê de bi Tûran Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye axivî. Gunana got: “Berxwedana me, ji bo rûxandina vê îktîdara zalim, pêngava destpêkê ye û çirûska rojên azad e. Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin.” Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê, nivîskarê girtî Emîn Gurban, bi Tûran Gunana re hevpeyvînek çêkir. Tûran Gunana, ji 17’ê Kanûna 2018’an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Gunana, di sala 2005’an de ji doza PKK’ê hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Di sala 2012’an de jî 59 rojan di greva birçîbûnê de maye. Gunana, bilêv kir ku ew pêşî Leyla Guven û hemû kesên li dor Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne xelek û di nav vê berxwedanê de cih girtine silav dike û ew bihêvî ne ku dê bi ser bikevin. Gunana, ji bo rewşa xwe ya tenduristiyê jî got: “Wek kes wisa difikirim ku rewşa tenduristiya me girêdayî rewşa tenduristya Rêberê me û gelê me ye.” Gunana, anî ziman ku ji ber grevê bêewî, şewta çavan, pirsgirêka dîtinê û bêhalî lê peyda bûne.” ‘DI VÊ PÊVAJOYA KU TU HIKMÊ GOTINÊ NEMAYE, EM DIXWAZIN BI BERXWEDANA XWE CAREKE DIN WATEYÊ LI GOTINÊ BAR BIKIN’ Gunana, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku tu hikmê gotinê nemaye de berxwedana wan hewl dide careke din îtibar û wateyekê li gotinê bar bike û got: “Dev ji zindanan berdin, hemû qadên jiyanê veguherîne zindan. Tecrîd, Roboskî ye. Tecrîd, cenazeyê dayika Taybet e ku hefteyekê li nêv kuççeyê hat sekinandin. Li Cizîrê, bi saxî şewitandina mirovan e. Cemîle Çagirga ye ku cenazeyê wê di sarincê de hat muhafezekirin. Barîn û Ekîn Wan e. Şehîdên me yên bi balafiran hestiyên wan hatin bombebarankirin. Dayika Sîsê ye ku di 86 saliya xwe de hat girtin. Îbarhîm Akbaba ye ku di zindanê de hat qetilkirin. Qeyûmên tayîbî şaredariyan hatin kirin. Îradeya siyasî ye ku hatiye kelemçekirin. Efrîn e ku hatiye dagirkirin.” Gunana, bilêv kir ku di şert û mercên wisa de hemû rê hatine girtin û loma wan xwestiye di vê serdemê de wateyê û îtibarê careke din bi berxwedana xwe li gotinê bar bikin.” Gunana, bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî yên li ber greva birçîbûnê xwe li bêdengiyê danîne rexne kir û got: “DMME û CPT’î û saziyên din ên navdewletî hemû nûnerên hiqûqa bûrjûvayê û emperyalîzmê ne. Loma li hemberî polîtîkayên efendiyên we gavina navêjin. Bêdengiya wan ji ber ji paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Birêz Ocalan û hêza wî ya di siyaseta cîhanê de ye.” ‘BERXWEDANA LI ZINDANAN, BERXWEDANA GEL E, LEYLA GUVEN GEL BIXWE YE’ Gunana, bilêv kir ku lê ew bawer dikin wê çalakiya wan vê bêdengiyê jî bişikîne û got: “Jixwe berxwedana me tu carî ji serdest û dagirkeran doza tiştekî nake. Di dîroka me ya têkoşînê de ev tişt çênebûye. A rast ev berxwedana me ew e ku bibe dengê civaka kurd, bive dengê hemû bindestên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Gelê me, bi salan e bêyî tirs ji bo azadiya xwe bedêlan dide. Belkî ji ber çewisandinên rejîma faşîst niha bêdengiyek hebe, lê ev nayê wateya ku hêrs û kîna gel tune ye. Ev gel tu carî bêdeng nemaye û wê bêdeng jî nemîne. Berxwedana me ya li zindanan, berxwedana gel e. Leyla Guven gel bi xwe ye. Em jî zarokên vî gelê emzlûm in. Li derve, li Kurdistanê û Ewropayê û li gelek deverên din her diçe gelê me xwedî li vê berxwedanê derdikeve û wê derkeve jî. Encam çi dibe bila bibe, ji destpêka xwe ve bi ser ketiye.” Gunana, bal kişand ser hevdîtina 12’ê Çileyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana Leyla Guvenê û got: “Helbet ev ji ber vê berxwedê pêk hatin. Lê divê baş bê zanîn; ‘va ye bi rêberê we re hevdîtin pêk hat, rewşa wî baş e, sax e, divê hûn dev ji çalakiyê berdin’. Ev heqareta herî mezin e ku li gelê kurd tê kirin. Rêber, 20 sal in girtiye û bi her awayî mafên wî tên bin pêkirin û hemû rêyên ku fikrên wî bigihên gelê wî tên astengkirin. Îjar tu yê rabî û bêjî ‘sax e û rewşa wî baş e.’ Ev bêehlaqîtî ye. A rast ev bilêvkirin, tê wateya ku serok li Îmraliyê bi saxî bê veşartin. Me tu carî ev tişt qebûl nekiriye û em ê nekin jî. Gelê me jî bêdeng nemaye û wê nemîne.” ‘A HIKMÎ MÊJIYÊ ME DIKE NE BEDENA ME, BÎRA ME YE’ Gunana, ji bo moral û motîvasyona xwe got: “Em hêza xwe ji Rêberê xwe, ji hevrêyên xwe Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Akîf û Alîyan digirin. Em hêza xwe ji heqîqet û rastiyên xwe yên civakî digirin. Em berdewamê nifşên ku bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez kirin. Niha jî jiyan Rêber Apo ye, hêvî Rêber Apo ye. Di rêça wî de ji berxwedan li dijî dagirkeriyê tiştekî birûmet tune ye. Xwezî ne canek me bi ehzaran canê me hebûna û me di vê rêçê de fida bikira.” Gunana, diyar kir ku ya hikmî mêjiyê wan dike ne bedena wan e, bîra wan, azweriya wan a ji bo azadiyê ye. ‘HETA TECRÎD Û ÎZOLASYON BI DAWÎ NEBE…’ Gunana, diyar kir ku ew tevî du hevalên xwe dimîne û ji bo derbaskirina wext got: “Her du heval, hevalên din û gelê me yê li derve tim bi piştgirî tev digerin. Eleqeyeke zêde heye. Rojê 8-10 saetan xwe dirêj dikim, ancax 4-5 saetan dikevim xew. Wekî din pirtûkan dixwînim, bi hevalan re sohbetê dikim, nûçeyan dişopînim, bi kişikê dilîzim û carinan nameyan dinivîsînim.” Gunana, destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe û heta bi awayekî rêk û pêk malbat hevdîtinê pêk neynin wê çalakiya wan dewam bike. REWŞA HIN GIRTIYAN DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE Gunana ji bo piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî got: “Her diçe gelê me û derdorên demokratîk xwedî li berxwedana me derdiekvin. Lê belê rewşa hin hevalên me di asteke krîtîk de ye. Loma berî bi derengî bikeve divê tenê ne malbatên girtiyan, herkes bi awayekî griseyî xwedî lê derkeve.”
Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
