Artêşa Îsraîlê îro piştî navbera çend saetan dîsa Filîstîn bomberdûman kir. Di bomberdûmanê de 18 kes birîndar bûn.
Hamasê duh diyar kiribû ku piştî êrîşa Îsraîlê ew ê tu çalakiyan li dar nexin. Di êrîşên duh de jineke ducanî û zarokekî jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî ku hêzên çekdar ên Filîstînê gotibûn ‘Em ê çalakiyan li dar nexin’ bomberdûman nehatibû kirin. Lê piştre çar roket ber bi herêma Beer-Sheva ya Îsraîlê hate avêtin. Îsraîlê jî bersiv da vê çalakiyê û di bomberdûmanê de 18 Filîstînî birîndar bûn.