AMED – Prof. Dr. Baskin Oran ê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir, anî ziman ku divê rejîmek nebe sedem ku mirov bedena xwe ji mirinê re razînin. Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî, diyar kir ku divê hikûmet demildest gav bavêje, berî rewşek neyînî derbikeve holê. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 122’emîn de didome. Şandeyek ji nav û akademîsyên di “Pêvajoya çareseriyê” ya sala 2013’an de, di şandeya Mirovên Aqilmed de cih girtin, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Leyla Guven li mala wê ziyat kirin. Prof, Dr. Baskin Oran û hevjînê wî Feyhan Oran, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û akademisyen Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere yên di şandeyê de cih girtin, bang li hikûmetê kirin ku berpirsiyartiya xwe bîne cih.  Şandeyê, dest pê kê 5 malbatên xizmên wan li girtîgehan di grevên birçîbûnê dene, ziyaret kirin û dûre çû serdana Leyla Gûven. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Guven, şandeyê nekarî hevdîtinê bi Guven re bikin. Şandeyê derbarê rewşa tenduristiya Guven de agahî ji keça wê Sabîha Temîzkan girtin. Şandeyê Guven silav kirin û ji malê veqetiyan. Baskin Oran û Celalettîn Can piştî serdanê ji ajansa me re axivîn û gotin rewş Guven pir cîdiye.  BASKIN ORAN: EV KAR BER BI XERABÛNÊ VE DIÇE  Baskin Oran, diyar kir ku ew li gel Leyla ne û wiha axivî: “Jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e. Evkar ber bi xerabûnê ve diçe. Hejmar pir zêde bûye. Divê rejîmek nebe sedem ku mirov bedena xwe ji mirinê re razînin.”   CAN: GUVEN DI DAXWAZA DE BI ISRARE  Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî, derbarê hevdîtina kir de wiha axivî: “Malbat êşê dikişînin. Naxwazin zarokên wan bimirin. Leyla Guven di daxwaza xwe de bi israre. Heta ku tecrîd ranebe, dê çalakiya xwe bi dawî neke.”  ‘DIVÊ HIKÛMET DEMILDEST ÇARESER BIKE’ Can, da zanînm ku divê dewlet qanûnên xwe bi cih bîne û wiha got: “Cezayekê tecrîd kirinê tuneye. Cezayekê tecrîdê yê daîmî tuneye. Divê dewlet qanûnên xwe bi cih bîne. Em dixwazin demildest ev bê bi encamkirin. Me bi malbatan re hevdîtin kir. Rewşa tenduristiya girtiyan pir xerab bûye. Rewşa Leyla Guven jî xerab bûye. Divê ev kar rojek zû ne yek dereng çareser bibe. Ger ev neyê çareser kirin û mirov jiyana xwe ji dest bibin, dê ji bo Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê qet ne baş be. Divê hikumet demildest vê rewşa heyî çareser bike.” MA/ Ozgur Paksoy- Mehmet Şah Orûç Parve bike: