ENQERE – Danişîna doza darizandina Fîgen Yuksekdag dest pê kir. Şandeya dadgehê, ji Yuksekdag xwest ku dariznadinê dirêj neke. Yuksekdag jî, diyar kir ku ew ji ber 45 dosyeyan tê darizandin û got: “Ez ê parastina xwe bikim û rastiyan vebêjim.” Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin, li 16’emîn Dadgeah Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir. Di îdîanameya 92 du sayfe de, Yuksekdag bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê” tê sûcdar kirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xistin. Yuksekdag bi SEGBÎS’ê beşdarî danîşnê bû. Namzeta HD’ê ya Serokatiya Şaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglu û endamên Koordînasyona Jinan a HDP’ê danişîna Yuksekdag şopandin. Şandeya dadgehê, di dema Yuksekdag dest bi parastinê kir de, ji Yuksekdag re got darizandinê dirêj neke. Yuksekdag jî bersiv da şandeya dadgê û got: “Ez ji 45 dosyeyan têm darizandin. Ezê parastina xwe berdewam bikim. Ezê parastina xwe bikim. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin weke ku min parastin nekiribe bihesibînin. Lê ezê rastiyan vebêjim.” Danişîn bi parastina Yuksekdag berdewam dike.
Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
