Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Pêkhateyên “Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê” li Schlossplatzê ya Stuttgartê li hev civiyan kon vedan.

Çalakiya ku doh dest pê kir wê îro û sibe bidome.

Di çalakiyê de işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê tê kirin û xemsarî û bêdengiya li pêşberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin.

Çalakî saet navbera 16:00-19:00 pêk tê.