Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 113 roj in di greva birçîbûnê de ye, her roj em taybetmendiyeke wî ya nû kifş dikin. Yagiz li gel giranî û westana laşê xwe deriyê xeyalên xwe heta dawî ji me re vekir û vegot.

Ji 21’ê Mijdara 2018’an ve Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe. Herî dawî Yagiz 26’ê Sibatê di roja 98’an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1’ê Çileya 2019’an jî ji ber rewşa giranbûnê Yagiz di roja 73’an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.