Welatiyên Germiyanê diyar kirin ku rewşa ku gel niha tê de derbaz dibe, qonaxekî hestiyare, tevî vê yekê ew bi vê Newrozê gelek bi hêvî ne ji bo serkeftin û pêşkeftinê. Welatiyan gotin; “Destkeftiyên Rojavayê Kurdistan û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hêviya serkeftina gelê Kurd hîn zêdetir kirine.”


Ji cejna netewî ya gelê Kurd Newrozê re tenê çend rojek mane. Welatiyên herêma Germiyanê bi Rêya Rojnews’ê hêvî, xwestek û nêrînên xwe yên li ser giringiya yekitiya netewî ya gelê Kurd anîn ziman.

Mamostayê waneya dîrokê li yek ji dibîstanên navçeya Kelarê Osman Ebdulkerîm, wiha nêrîna xwe li ser Newrozê anî ziman: “Di vê Newrozê zêdetir hêviya serkeftin û pêşketinê ya gelê Kurd heye. Çend qonaxeki hestiyar be, ewqas jî bi hêvîne. Li Başûrê Kurdistanê başbûna peywendiyên dinavbera Herêma Kurdistan û Bexda de, guhertinên erênî di aliyê rewşa aborî de, heya astek nêzîkbûna hêzên siyasî û li Rojavayê Kurdistanê jî rizgarkirina dawî baregeh ji dest çeteyên DAIŞ’ê hêviyek zêde bi gel re çêkiriye.”

Di dewama axaftina xwe de Osman Ebdulkerîm, diyar kir ku gelek şoreşên Kurdan çêbûne, lê ji ber dubendiya hindirîn dinava Kurdan de, derb xwarine û direng mane. Ebdulkerîm herwiha hêvî ji hêzên siyasî y ên her çar parçên Kurdistanê kir ku bi yekdengiyek hevgir li derdora yekitiyek netewî kom bibin.

Endamê Eniya Niştimanî ya li Dijî Dagirkeriyê Goran Salih, jî balkişand ser cûdahiya Newroza îsal û wiha got: “Ev Newroz ji ber hinek serkeftin û berxwedanên nû ji gelê Kurd re cûdatire. Giringtirîn berxwedanî çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorvegirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatine destpêkirin. Ev çalakî li herderê berfirehbûne. Başûrê Kurdistanê jî pêşengtiya Herêm Mehmûd beşdarî van çalakiyan bûye. Herwiha têkşikandina efsaneya dewleta DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistan li ser destê şervanan serkeftinek din a giringe.”

Goran Salih di dawiya axaftina xwe de wiha bang li aliyên siyasî kir: “Ev destkeftî di vê Newrozê de hêviya serkeftinê ne ji bo gelê Kurd. Ji bona vê bila hemû hêzên siyasî xwe diber çavanre derbazkin û ji bo parastina van destkeftan hewil bidin yekitiya netewî çêkin.”

Ji devey kesên bi temen zarok jî ji vê Newrozê bi hêvîne. Niya Goran jî xwendekara dibistana seretayî ye, wê jî bi vî awayî hêvî û xwestekên xwe ji bo Newroza îsal anî ziman: “Ez vê Newrozê li Leyla Guven û Rêber Apo pîroz dikim. Xewn û xeyala me ewe ku di siberojê de di Kurdistanek azad de bi azadî bijîn. Newroz cejna serkeftinê ye. Ez daxwazê ji hemû Kurdan dikim ku di vê cejnê de ji bo serkeftinê hevdû bigrin.”

(şk)