MÊRSÎN – Bişar Bîlen ku li Girtîgeha Tarsûsê 31 roj in di greva birçîbûnê de ye got: “Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirin aştî û demokrasiyê ye.” Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 127’an de didome. Her wiha bi heman daxwaza li tevahiya girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan jî didome. Yek ji van girtiyan jî Bişar Bîlen e. Bîlan, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê 31 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.  Bîlen, di sala 2010’an de dema li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Seretayî dixwend hat girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 24 sal ceza lê hat birîn.  Bîlen, di sala 2012’an de jî 44 rojan di greva birçîbûnê de mabû.  Alî Bîlen ku di 7’ê Adarê de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî, peyama birayê xwe Bişar Bîlen bi raya giştî re parve kir: “Ev çalakî çalakiyeke insanî ye. Tecrîdkirina Ocalan, bêhiqûqî û neheqiyeke mezin e. Hevala me Leyla Guven jî li dijî vê bêhiqûqîtiyê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya Guvenê çalakiyeke watedar e. Tecrîda li Îmraliyê, qefilkirina aştî û demokrasiyê ye. Lê belê encam çi dibe bila bibe wê çalakiya me berdewam bike.”  ‘DIVÊ KES HETA HILBIJARTINÊ NESEKINE’  Alî Bîlen, anî ziman ku bi çewisandinê tepisandina daxwaza girtiyan wê bi kêrî hikûmetê netê. Bîlen, bang li saziyên mafên mirovan ên navnetewî û Wezareta Dadê kir ku gavekê bavêjin. Bîlen, anî ziman ku berî bi derengî bikeve divê rayedar gavina bavêjin û got: “Niha girtiyên di greva birçîbûnê de li ber mirinê ne. Divê hikûmet demildest gavekê bavêje. Divê mesele bê çareserkirin. Divê ev yek taloqî piştî hilbijartinê neyê kirin. Heta saetek şûnde jî dibe bi derengî bikeve. Divê grevên birçîbûnê berbayî hilbijartinê neyên kirin. Divê gelê me jî guh bide dengê girtiyan. Divê ji bo daxwazên wan tev bigere. Ev daxwazeke insanî ye û deynê her kesî ye.”  MA / Ergin Çaglar Parve bike: