Ji fermandarên berxwedana xwerêveberiyê û xwediyê gotina “encam wê bêhempa be” Çiyager Sûr li bajarên Atîna û Lavrio yên Yewnanîstanê hate bîranîn.
Ji fermandarên berxwedana xwerêveberiyê Çiyager Sûr (Cîhat Turkan) di salvegera 4’an a şehadeta xwe de li Yewnanîstanê hate bîranîn.
Di merasîma bîranînê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Em ê tecrîdê bişikînin” hatin qîrîn.
Beşdarên civînê, berxwedêrên greva birçîbûnê di şexsê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de silav kirin.



