Jinên navçeya Ranya ya ser bi Silêmanî werzîş û meşîna bi ling dikin çandek û heftiyê rojek meşa bi ling pêşdixin.
Hinek jinên navçeya Ranya ya girêdayî herêma Raperîn ya girêdayî bajarê Silêmanî bi armanca fîzikek rêkûpêk û tenduristiyek baş serdana navendên werzîşê dikin û heftiyê rojek jî bi ling di meşin. Her wiha meşa bi ling jî weke çandekê pêşdixin.
Meşa bi ling, ji werzîşekî xwezayî zêdetir sudek mezin dide jinên werzîşvan. Her wiha ji bo têkiliyên civakî jî dibe diyardeyekî baş.
Jinên ciwan û bi temen yên ku tevlî çalakiyan dibin gelek caran dayîk û zarokên xwe jî li gel xwe dibin û zarokên xwe jî di temenê biçûk de fêrî werzîşê dikin.
Hinek jinên ku nexweşiyên wan yên şekir, qelewî, zexta xwînêû dîsk hene, werzîşê weke dermanek bi bandor dibînin û ji bo dermankirina nexweşiyên wan jî dibe alîkar.
Jin ji dervey werzîşê, meşa bi ling wek geşt û seyran jî dibînin û jibo hev nasîna jinên derdora Ranya jî çalakiyek bi bandor û başe jî. Hinek jî bi cilûbergên Kurdî meşa xwe dikin.

Hîndekara Werzîşa Taybet a Jinan Sazgar Nebî ku serpereştiya geştê dike, wiha ji ajansa me re axivî: “Ji bilî ew jinên ku tevlî werzîşa salonê dibin, jinên derdor jî tevlî gera meya meşA bi ling dibin. Em bi tevlîbûna zêde ya jinan gelek keyfxweşin. Em gelek hewl didin ku jin tevlî me bibin û vê meşa bi ling bikin çandek.”
Welatiya bi navê Gulzar Resul a 50 Salî nexweşiya wê ya dîsk heye û bi werzîş kirinê kîloyên xwe kêmkiriye û bang li hemû jinan jî kir ku ji malê derkevin, bila dest bi werzîşê bikin.

Welatiya binavê Çawan Xidir jî sipasîû kefyxweşiya xwe ji bo meşa bi ling ya di werza Biharê de anî ziman.

Disalên buhrî de gelek jinên Başûrê Kurdistanê ji gundan koçî bajaran bûneû ji tevgerên xwezayîû çiyayî durketibûn. Niha jî hewl didin bi rêya meşa bi ling ûgeşta çiyayîjiyana xwe ya xwezayî bi destbixin, hewl didin bi van çalakiyan bibin xwedî tenduristiyek baş.
(şk)