AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 129’emîn didome. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 91’emîn de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 116’emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 90’emîn de didome. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 129’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 116 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 90 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 91 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 16’emîn de didome. Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 4 çalakger hatin girtin û 3 çalakger jî di 13’ê adarê de cara duyemîn hatin binçavkirin. Çalakgerên girtî û di binçavan de jî çalakiya xwe berdewam dikin. SEDAT AKIN Û GURBET EKÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 69’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 61’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
Berxwedana Leyla Guven di roja 129’emîn de ye
