STENBOL – Siyasetmedar-nivîskar Tarik Ziya Ekîncî, hilbijartina 31’ê Adarê nirxand û got: “Eger kurd dixwazin li vî welatî bên naskirin û bibin xwedîmaf, ji bo AKP dengekî nestîne çi ji destê wan tê divê bikin. Ev hilbijartinê ji bo kurdan diyarkirina qederê ye.” Her wiha Ekîncî, ji bo stratejiya HDP’ê ya li Rojavayê Tirkiyeyê jî got: “Dendayîna min a ji bo CHP’ê helbet bi min giran tê, lê belê ez ê bidim.” Siyasetmedar-nivîskar Tarik Ziya Ekîncî, hilbijartinê 31’ê Adara 2019’an nirxand. ‘WÊ HILBIJARTINA 31’Ê ADARÊ QEDERA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE’ Ekîncî, diyar kir ku hilbijartina 31’ê Adarê ji bo Tirkiyeyê hilbijartineke girîng e û wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Ekîncî got: “Di vê hilbijartinê de eger muxalefet bi ser bikeve, wê AKP veguhere îktîdareke xeyrî meşrû. Lê eger muxalefet bi ser nekeve, wê rejîma yekzilamî ya Recep Tayyîp Erdogan cihê xwe zexm bike. Qedera kurdan jî bi vê hilbijartinê ve girêdayîye. Eger kurd dixwazin li vî welatî bên naskirin û bibin xwedîmaf, ji bo AKP dengekî nestîne çi ji destê wan tê divê bikin. Ev hilbijartinê ji bo wan diyarkirina qederê ye.” ‘DIVÊ KURD JI BO HEBÛNA XWE ŞAREDARÊN XWE HILBIJÊRIN’ Ekîncî, tayînkirina qeyûman bi bîr xist û got: “Îktîdar ji bo şaredariyên di dest HDP’ê de mehkûm bike û wan ji peywirê bigire mehê çar pênc caran mufetîş dişandin şaredariyan. Di tu teftîşan de qirûsên şaredariyan nehatin dîtin. Lê dîsa jî şaredar hatin girtin û qeyûm hatin tayînkirin. Eger kurd dixwazin li vî welatî hebin û bi serbilindî bijîn, divê şaredarên xwe hilbijêrin.” ‘DIVÊ MUXALEFET JI ERDOGAN RE BÊJE ‘TU VÎ GELÎ TEMSÎL NAKÎ’ Ekîncî, ji bo stratejiya HDP’ê ku dixwaze li herêmê bi ser bikeve û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi îktîdara AKP-MHP’ê bide windakirin jî got: “Eger mirov bi awayekî hestiyarî nêz bibe, tu kurd û tu HDP’î dengê xwe nadin CHP’ê. Çimkî CHP, bi awayekî aşkere polîtîkayên nîjadperest û netewperest ên AKP’ê dişopîne. Ew ji vê re dibêjin netewperwerî. Yanî AKP dibêje netewperestî, CHP jî dibêje netewperwerî. Lê di navbera her duyan de tu ferq tune ye. helwesta wan a li hemberî CHP’ê diyar e. Bi polîtîkayên krîmînalîzekirinê nêzî HDP’ê dibin. Yanî her hal kurd bi sempatî nêzî partiyeke siyasî ya bi vê polîtîkayê tev digere nabin. Ez li ser navê xwe bêjim, dengdayîna ji bo CHP’ê bi min pir giran tê. Lê ez ê biçim û dengê xwe bidim wê. Wekî din tiştekî bikim tune ye.” Ekîncî, diyar kir ku hilbijêrên kurd mecbûr in dengê xwe bidin muxalefetê, çimkî wekî din tu çare tune ye. Ekîncî, destnîşan kir ku ev êdî peywira muxalefetê ye û got: “Divê muxalefet rabe û ji Erdogan re bêje ‘Êdî tu nikarî li wir rûnê. Êdî tu nikarî vî gelî temsî bikî. Êdî gel piştgiriyê nade te.’ Li Tirkiyeyê muxalefeteke ku wisa bêje heye? Wexta îktîdar winda bike divê muxalefet vê yekê bêje. Mesela tê bîra min Suleyman Demîral li hember Tûrgût Ozal kampanyayeke wisa dabû destpêkirin. Piştî vê Ozal di hilbijartinê de têk çû. Piştî vê Demîrel daket kuçeyan û ji Ozal re got ‘Êdî tu ne serkomar î. Tu vî gelî temsîl nakî. Ez ê te ji wir bînim xwarê.’ Her roj wiha digot. Êdî Ozal jî heyirî mabû.” Herî dawî Ekîncî ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin û 129 roj in di grevê de ye got: “Qanûnên dewletê, mafên kesên girtî hene. Wexta kesek bê girtin, nayê wateya ku ji her mafî tê mehrûmkirin. Mafê girtiyan e ku bi malbatên xwe r ehevdîtinê çêbikin, bi telefonê biaxivin. Yanî di qanûnan de mafên girtî û mehkûman diyar in. Wexta ev yek pêk ney, ev tê wateya ku dewlet peywira xwe bi cih nayne. Dewleteke ku peywira xwe bi cih neyne, ew dewlet xwedî rêveberiyeke û totrîteyeke şexsî ye. Dewlet di vî warî de bêhiqûqîtiyê dike.” MA / Ferhat Çelik – Sadik Topaloglu
Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
