Cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El- Sultan destnîşan kir ku nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê bi armanca parastina Rêjîma Sûriyê hatine avakirin û got: “Idlib veguheriye hemêzkera komên terorîst. Kesên ji 50 welatên biyanî têde hene. Em bang li şêniyan dikin ku serî hildin.”
ŞERÎF EL-EBO/MINBIC
Di demên dawîn de gelek geşedanên bi lez li Idlibê rû dan. Rûsya piştî lihevkirina Soçiyê cara yekê bajarokê El-Temnae bi fisfora spî topbaran dike. Li gorî çavkaniyekî, Rûsya bi zêdetirî 50 êrîşên hawayî li gelek deverên din ên rojavayê Rêya Navdewletî ya Heleb-Lazîqiye-Şamê pêk aniye.
Piştî topbaranê şênî ber bi Efrînê û gundên wê ve koçber bûne, weke gundê Birc Hêderê başûrê rojhilatê Efrînê.
Girêdayî mijarê cîgirê Fermendarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) ji ajansa me re axivî.
El- Sultan di destpêka axaftina xwe de got ku nuqteyên Tirkiyê yên li Idlib û gundewarên Hema, Heleb û Lazîqiye piştî lihevkirina Astanayê hatine danîn û wiha pê de çû: “Ev nuqte ne nuqteyên çavdêriyê ne, ji ber ku rê li pêşiya topbarana li ser Idlibê nagirin. Ji wê bêtir nuqteyên ji bo parastina Rêjîma Sûriyê ne. Ev nuqta ji bo rê li pêşiya êrîşên komên girêdayî Tirkiyê li ser nuqteyên Rêjîmê bigirine hatine avakirin.”
El- Sultan destnîşan kir ku guhdewarê başûrê rojavayê Idlibê bi temamî wêran bûye bi taybet bajarê Mearêt El-Numan û gundên girêdayî wê. El- Sultan got: “Di encama van êrîş û wêrankirinê de şêniyên herêmê koçber dibin.”
El- Sultan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewriyeyên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê ku li Idlibê tên kirin, ji bo rawestandina topbaranê bûn. Lê berovajî rêjîma Sûriyê piştî dewriyan bi çenda saetan êrîşên herêmên rojhilatê Idlibê kir. Her wiha balafirên şer jî wan deveran topbaran kirin.”
Girêdayî vê mijarê çavkaniyek ji ajansa me re ragihand ku Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê) li rex dewriyên Tirkiyê bûn û hêzên Tirkiyê diparastin.
El- Sultan diyar kir ku matmayî maye ku cîhan li hember bi karanîna fisfora spî bêdenge û wiha pê de çû: “Topbaran di êrîşên bi topan û balafiran de sînordar nema. Rûsyayê bajarokê El-Temane bi fisfora spî li ber çavên cîhanê, heta dewletên misogerkerên Astanayê, topbaran kir. Heyet Tehrîr El-Şam berdestê Rûsya û Tirkiyê ye. Heyet Tehrîr El-Şam beşek ji lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ye. Heyetê her lihevkirinekê red dike lê rewabûnê dide topbaran Rûsyayê. Heyetê lihevkirinan red bike da ku rê li pêşiya topbarana Rûsyayê bi hinceta hebûna komêm terorsît vekirî bihêle.”
El- Sultan lihevkirina Rûsya-Tirkiyê nirxand û wiha got: “Li gorî wê divê Tirkiyê riya navdewletî Hele-Lezîqiye-Şam radestî Rêjîmê û Rûsyayê bike û rê li pêşiya bazirganiyê vebike. Lê di van demên dawîn de riyek din Gazî Entab-Heleb kete rojavê. Tirkiyê sozên xwe bi radestkirina rê ji rêjîma Sûriyê re neanî cih. Niha hewl dide Rûsyayê razî bike. Lê nakokiyên mezin xwe didin pêş. Dem ji Tirkiyê re hate diyarkirin da ku lihevkirinê bîne cih, lê ew têk çû.”
El- Sultan diyar kir ku Tirkiye hewl dide li Rojhilata Navîn û herêmên dewletên Kendavên Ereban tevlîheviyê derxîne û wiha got: “Ew jî ne ji berjewendiya gelê her du herêman e. Her wiha ne ji berjewendiya dewletên cîhanê re jî ye.”
Têkildarî hebûna Îranê li Sûriyê ye, encamên hebûna wê li Iraq, Yemen û Lubnanê axivî û wiha got: “Îran ji bo pêkanîna kevana şiî bi rêya Iraq û Sûriyê heya bighêje Lubnanê, naxwaze herêm ewle be. Ez texmîn dikim ku hejmara niştecihên Idlibê 3 milyon kes e. Şênî ji ber topbaranê ber bi Efrînê ve koçber dibin, ji ber ku Efrîn ji topbaran Rêjîmê û Rûsyayê dûr e.
El- Sultan ku di nav komên li Idlibê de zêdetirî 50 nasnameyên cuda ji tevahiya cîhanê hene, ji ber wê ewlehiya Idlibê ne pêkan e.
Di dawiya hevpeyvînê de El- Sultan bang li şêniyên Idlibê kir ku bikevin ferqa bûyerên ku rû dane û jê sûd bigirin. El- Sultan got: “Divê şêniyên Idlibê li hember her sêaliyên lihevkirinan Tirkiyê, Îran û Rûsyayê serî hildin. Ew jî bi yekrêziya gel pêkan e.”
(şx)
ANHA