Kurdistaniyê bi navê Mele Mûstafa Tûzak ê ku 64 roj in li bajarê Duisburg ê Elmanyayê di berxwedana greva birçîbûnê de ye, komkujiya Helebçeyê di salvegera wê de şermezar kir û bang li Kurdistaniyan kir ku di Newrozê de bibin yek.
Berxwedêrê greva birçîbûnê Tûzak di salvegera komkujiya Helebçeyê de ji ANF’ê re axivî û qala wê demê kir.
Tûzak diyar kir, ji bo pêşî li polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd were girtin, bi pêşengiya Leyla Guven wan dest bi berxwedana greva birçîbûnê kirine û bal kişand ser girîngiya meha Adarê di dîroka Kurdistanê de.
Tûzak got, “Bi vê Newrozê re ji bilî azadiyê em li tiştekî din nafikirin.”