QSD`ê hewl dide li Baxozê xeta parastinê ya dawîn a DAIŞ’ê bişikîne. Ji aliyekî din ve asta nakokiya li herêmên “bêçek” bilind dibe. Serokê Cezayîrê Boteflîqa çareseriyek ji bo aloziya welêt danî lê opozîsyonê qebûl nekir û xwepêşandan berdewam kir. Êrîşa li ser du mizgeftên li Zeylanda Nû rastî hêrsek cîhanî hat.
QSD`ê bergiriyên DAIŞ`ê dişkîne û hêrsa li dijî êrîşên li ser her du mizgeftan zêde dibe
NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên Erebî vê hefteyê qala pêngava QSD`ê ya li Baxozê li dijî DAIŞ`ê û geşedanên rewşa Sûriyê, xwepêşandanên Cezayîrê û êrîşa li ser du mizgeftan li Zeylanda Nû kirin.
Şerq El-Ewset: Piştî muhleta radestkirina DAIŞ`ê bi dawî bû, şerê dawîn ê li Baxozê careke din hate destpêkirin.
Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewest behsa operasyona dawîn a li ser DAIŞ`ê kir û wiha got: “Li gorî berdevkên QSD`ê, piştî bidawîbûna muhleta radestkirina endamên rêxistinê, şer li dijî rêxistina DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê dest pê kir.”
Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî ragihand ku balafiran depoyên cebilxaneyê yên rêxistina DAIŞ`ê kirin hedef.
Hêzên Sûriya Demokratîk, roja yekşemê ragihand ku muhleta radestkirina endamên rêxistinê li Baxozê bi dawî bû.
El-Ereb: Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewl dide xeta dawîn a parastinê ya DAIŞ`ê li Baxozê bişikîne.
Rojnameya El-Ereb behsa şerê QSD`ê yê li dijî DAIŞ`ê kir û ev tişt got: “Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka Koalîsyona Navneteweyî roja pêncşemê hewl da ku xeta dawîn a parastinê ya DAIŞ’ê k udi tunelan de bi cih bûne bişkîne. Çeteyên di tunelan de êrîşên xwekujî pêk tînin.”
El-Heyat: Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî derdora Idlibê kirin
Rojnameya El-Heyat derbarê geşedanên li bajarê Idlibê yê Sûriyê kir û wiha nivîsî: “Opozîsyona Sûriyê, Rûsya tawanber kir ku bi fosfora spî êrîşî herêmên Idlibê kiriye. Ekîbên alîkariyê diyar kirin ku li herêma Seraqibê du jin hatin kuştin, nêzî 20 kesan ku nîvê wan zarok in, birîndar bûn.”
El-Ereb: Piştî ku Esed karûbarên bendera Lazikiyê da Îranê, di navbera Esed û Rûsyayê de alozî derket
Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Sûriyê Beşar El-Esed di serdana xwe ya dawiyê ji bo Îranê de hevpeymanek gotûbêj kiriye. Lê gorî wê dê Îran karûbarên bendera Laziqiyê bi rê ve bibe, ev yek bûye sedema nerehetiya Rûsyayê.”
Şerq El-Ewset: Şam ji serkeftina kêm bi fikar e… pêşbirka di navbera Moskov û Tehranê de kûr dibe
Rojnameya Şerq El-Ewset îro behsa mijara salvegera 8`emîn a destpêkirina aloziya Sûriyê kir û wiha got: “Di salvgera yekemîn a destpêkirina aloziya Sûriyê de, Şam dibîne ku wê nekarî serkeftina leşkerî di sala dawîn de bi dest bixe. Hemû erdnîgariya Sûriyê bi dest bixe û lewre ev serkeftin nebû serkeftina siyasî. Ev yek jî dihêle ku pêşeroja Sûriyê bikare di demekê de ku 5 artêş derbasî Sûriyê bûne diyar bibe. Ji aliyekî din ve jî, pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de kûr dibe.”
Cezayîr
Têkildarî rewşa Cezayîrê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh bangên ji derketina meşan li paytexta Cezayîrê û bajarê din di îna çaremîn de zêde bûne. Ev bang jî wek bersiva plana serokê Cezayîrê Ebdulezîz Bûtefliqa ye. Bûtefliqa di 11`ê vê mehê de diyar kiribû ku dê hilbijartinên serokatî werin betalkirin û destûreke nû were amadekirin. Piştre hilbijartinên nû yên serokatiyê werin kirin.”
Yemen
Rojnameya El-Ereb mijara Yemenê jî nirxand û ev tişt got: “Li parêzgeha El-Hudeyda ya aliyê rojava yê Yemenê, tevliheviyek heye. Dibe ku ev yek agirbestê têk bibe. Heta niha Hûsiyan tu bendên hevpeymana Siwêdê derbarê agirbestê de pêk neaniye.”
Sûdan
Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî rewşa aloziya Sûdanê wiha got: “Serokwezîrê Sûdanê Mihemed Tahir Êla duh pergala hikumeta nû eşkere kir. Di hikumetê de heman kesên berê hene. Êla di civîneke çapemeniyê de navên wezîrên hikumeta nû eşkere kirin, lê piraniya wezîran di hikumeta berê de jî hebûn.”
Zelandaya Nû
Rojnameya El-Ereb derbarê êrîşa li dijî 2 mizgeftên li Zelandaya Nû wiha nivîsî: “Êrîşa li dijî du mizgeftên Zelandaya Nû bû sedema hêrs û şînê li gelek deverên cîhanê. Ji Papa Frances ta keybanû Elizabeth, serok Donald Trump û cîhana îslamî.”