Kaniya geliyê El-Sehil a gundewarê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo miciqîbû. Lê piştî barîna barana zêde, careke din za.
ŞIHAB EL-EHMED/QAMIŞLO
Îsal li herêma Cizîrê baranek zêde bariya. Ji ber wê jî gelek kaniyên ku berê miçiqîbûn careke din zan. Kaniya geliyê El- Sehil ya gundewarê başûrê Til Hemîsê ku nêzî sinorê Iraqê ye careke din za.
Koçerên herêmê sûd ji kaniyê ji bo avdana sewalan digirin. Lê ava kaniyê şor e û nayê vexwarin. Her wiha kanî ji binê geliyê dize û piştî sed metreyan carek din vediger binê erdê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku geliyê El-Sehil yek ji mezintirîn geliyên herêma Til Hemîsê ye. Gelek caran ji ber barîna baranê lehî lê rabûye. Di encama herikîna wê de pira Skenderon a ku dikeve ser riya Siyasî bi dehan caran hilweşiye.
(şx)
ANHA