Bi navê ola îslamê cilên reş li jinên Efrînê ferz kirin. Hemû mafên wan ên jiyanê binpê kirin. Her wiha di bin vê perdeyê de gelek sûc li dijî jinan pêk hatin. Salek di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû û li heberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

FÎDAN ABDULAH / EFRÎN

Sala 2018`an piştî berxwedana 58 rojan li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê û ji bo parastina sivîlan da ku komkujî li dijî wan pêk neyên, şêniyên Efrînê biryar da ku ber bi kantona Şehbayê ve biçin û qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê berdewam bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo tola xwe ji berxwedana bêhempa ya jinan di nava tevahiya şoreşa Rojava, bi taybet berxwedana jinan di nava Berxwedana Serdemê de û ji roja yekemîn a dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji Efrînê re mîna herêmên din ên Sûriyê wekî Cerablus û heta Efrînê, kiryarên qirêj û sûcên herî tund li dijî jinên herêmê kirin.

Di bin cilên reş de reng û rola jinan li Efrînê hate tunekirin

Binpêkirin û kiryarên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan li Efrînê zêde bûn. Perû û cilên reş ku bi temamî ne ji çanda jinên herêmê ne, li ser jinan ferz kirin. Jinên Efrînê di pêvajoyên dîrokê de parastina çand, cil û bergên xwe yên efrînî kir. Lê dewleta Tirk bi navê ola îslamê bi zanebûn dixwaze vê çandê qir bike.

Kolanên Efrînê bi wêneyên şehîdên jin, rengê jinan, her wiha dirûşmên azadî û cihê wê di nava civakê de hatibû xemilandin. Lê di dema dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de veguherî bajarekî reş ku dirûşmên azadiya jinan qeyd dike û rola wê di nava civakê de tune dike.

Li Efrînê piştî dagirkeriyê berdêlên pêşîn jinan dan

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ji ajansa me re diyar kir ku jin ji kiryar û binpêkirinan ne razî ne. Qurbaniyên yekem ên dagikerina Efrînê jin in. Jin nema dikarin derkevin û li bajêr, gund û navçeyan mîna beriya salekê bi azadî tev bigerin. Ji ber ku ditirsin ku werin revandin.

Li aliyekî din, dive bal lê were kişandin ku Efrîn bajarekî zengîn bû di aliyê pêkhate û mezheban ji êzidî, misilman, Çerkez û Ermenan. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tev li rê û resmên olî dibûn. Misilman tev li cejna êzidiyan dibûn, bi hev re bi aramî tev li şîn û şahiyên hev dibûn. Lê dema ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, ola îslamê li ser her kesî hate ferzkirin. Kesên ku qebûl nedikir ku dev ji ola xwe berdin, dihatin kuştin. Mînaka wê, jinên li gundê êzidiyan in ku ola îslamê li ser wan hate ferzkirin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso destnîşan kir ku di kêliyên destpêkê ji dagirkirina Efrînê de cihên pîroz ên olî bûn hedef. Jin ji derketina derve mehrûm man û careke din di nava çar dîwaran de hatin girtin.

Sûad komkujî û qirkirina jinên êzidî wekî ku çawa çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê kir, şermezar kir. Her wiha bang li aliyên peywendîdar ên mafên mirovan û jinan kir ku pêkhate û jinên di Efrînê de mane, biparêzin û di zûtirîn demê de jiyana wan ji metirsiyan xilas bikin.

Bi belgeyan… 55 bûyerên destdirêjiyê û 50 jin hatin revandin

Bêguman artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê olê gelek tiştên ku di serî de hatin gotin, li jinan ferz dikin. Di heman demê de gelek sûc û kiryarên qirêjî ku tu girêdanên wan bi olê ve tune e, li dijî wan pêk tînin.

Endama Platforma Mafnasên Sûriyê ya ji bo parastina Efrînê Evîn Hec Elî teqez kir ku heta niha serjimariyek hatiye belgekirin ku 55 jin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine tecawizkirin, 50 jinên din hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e û wiha anî ziman: “Ev tişta ku platformê belge kiriye, lê ji xwe tiştên ku veşartî têne kirin, zêdetir in.”

Girêdayî binpêkirinên Tirkiyê, gelek jinên ku kiryarên derexlaqî yên artêşa Tirk a dagirker red kirin û hewl dan ji Efrînê derkevin, hatin kuştin. Ji wan welatiya bi navê Hûda Mûrad û çend hevalên wê, ciwana bi navê Lovîn Xelîl Nûrî ku herî dawî li Qada Azadî ya navenda Efrînê bi guleyan hate kuştin û dîmenên kuştina wê li ser tevnên civakî û malperan hatin belavkirin.

Siyaseta artêşa Tirk a dagirkr li Efrînê nakokiyeke pir mezin e. Dema ku ola îslamê û cilên reş li ser jinan ferz dikin, her wiha kiryarên herî qirêjî, zilm û binpêkirinan li dijî wan pêk tînin.

Salek di ser dagirkirina Efrînê re ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas bû. Binpêkirin û kiryarên dermirovî li dijî jinan didomin. Tevahî cîhan bû şahidê binpêkirinên li Efrînê lê heta niha bê deng e û tenê ji xwe re lê temaşe dike bêyî ku tu helwestan diyar bike.

(bx)

ANHA